‘Belavkirina desthilatê bingeha avakirina dewleteke yekgirtî ye’

Berdevkê taîfeya Durzî ya Siwêdayê diyar kir ku şêweya herî guncaw a rêveberiya Sûriyeyê pergaleke demokratîk a nenavendî, laîk û federal e da ku belavkirina desthilatê di nava pêkhateyan de garantî bike.

‘Belavkirina desthilatê bingeha avakirina dewleteke yekgirtî ye’
25 nîsan, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê taîfeya Durzî ya Siwêdayê şêx Merwan Riziq ji ANHA’yê re nêrînên xwe yên têkildarî şêweya guncaw a dewleta Sûriyeyê, rêbazên pêkanîna wê û rêveberiya siyasî li welat, parve kirin.

Şêx Merwan Riziq nêrîneke rexneyî têkildarî têgeha navendîbûna biryarê pêşkêş kir û got: "54 salên zilm û mêtingeriya mala Esed bi pergala navendî û yekdestdariya biryarê ve girêdayî ne. Hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî dixwaze îro vê yekê ferz bike. Pergala navendî li ku derê hebe sedema xerabbûnê ye.”

Riziq diyar kir ku ezmûnên welatên herêmê, nîşan didin ku "navendîbûn û biryardayîna yekalî dibe sedema zilm û nebûna tevlêbûna gel û elîtan, bi wê re ber bi desthilatdarî û xerabbûna welat ve dibe ku îro li Sûriyeyê ev yek pêk tê”.

Têkildarî tevgera gel Riziq destnîşan kir ku li "Qada Rûmetê" ya li Siwêdayê tevgerek çêbû ku zêdetirî salek û 4 mehan dom kir. Gel daxwaza yekitiya Sûriyeyê, demokrasî, laîkbûn, federalîzm û nenavendîbûnê dikir. Hîna ev tevger dewam dike.

Şêx Riziq got: "Ji bilî pergala federal welat bi ser nakeve. Ev model çarçoveya herî guncaw a birêvebirina dewletê ye.”

Girêdayî birêvebirina siyasî jî Riziq da zanîn ku axaftina têkildarî şêweyê hikumetê girêdayî hebûna "hikumeteke demokratîk û laîk e ku yên din qebûl bike, li ser destûrê hemû alî di sazkirina wê de beşdar bibin, meclisa gel ji tevahî pêkhateyan ava bike, ne desthilatek li ser dûrxistinê û yekalî were avakirin.”

Şêx Merwan Riziq di dawiyê de got: “Sûriye welatekî berhemdar û comerd e, dikare dîsa rabe ser xwe. Lê pêdivî bi veguhastina bo pergaleke demokratîk, laîk û nenavendî heye. Rewşa heyî dibe sedema zêde ya paşveçûn, parçebûn, dizîn û desteserkirina biryardan û azadiyan.”

(ac/fr)

ANHA