Embarên Berojê tijî bûne

Rêveberiya embarên genim ên Berojê yên li Dêrikê diyar kir ku piştî embar tijî bûne, wan dest bi valakirina wan kir dar ku genimê cotkaran wergirin.

Embarên Berojê tijî bûne
26 hezîran, 2026   10:42
QAMIŞLO

Bi destpêkirina demsala çinînê û veguhastina genim bo embaran re, rêveberiya embarên genim ên li Berojê ya Dêrikê ragihand ku embarên wan tijî bûne, lewma wan dest bi valakirina embaran û veguhastina genim bo depoyên din kiriye.

Ji rêveberên embarên Berojê Ehmed Newaf diyar kir ku kapasîteya embarê 12 hezar ton e, lê embar di destpêka demsalê de bi tevahî vala nebûn, ji ber ku nêzîkî 6 hezar ton berhema par di embarê de bû.

Newaf diyar kir ku berî destpêkirina wergirtina berhema îsal tenê nêzîkî 3 hezar ton hatine valakirin.

Newaf destnîşan kir ku embar di rojên dawîn de ji ber hatina dexlên nû bi tevahî tijî bûne û rêveberî li bendê ye ku genimê di embaran de ji bo deverên din veguhêze da ku bikare berhema nû ji cotkaran wergire.

Newaf da zanîn embarên Berojê ji deverên Girkê Legê û Dêrik û gundên derdora wan jî berheman werdigire.

Newaf diyar kir ku cotkarên devera koçeran hîna dexlê xwe bi tevahî neçinîne, lewma cotkaran ji ber girtina embaran nerazîbûn nîşan da. Her wiha da zanîn ku rêveberiya embaran hewl dide pirsgirêkê di demeke zû de çareser bike û embaran dîsa veke da ku berhemên cotkaran wergirin.

(k)