Rûsya: 660 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 660 balafirên bêmirov ên Ukraynayê ji aliyê sîstema wan a parastinê ve hatin îmhakirin. Di êrişên Ukraynayê de Moskov jî di nav de, gelek herêm hatin hedefkirin.

Rûsya: 660 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatin xistin
26 hezîran, 2026   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê şeva pêncşemê êrişî gelek deverên wan kir û 660 balafirên bêmirov ên Ukraynayê ji aliyê sîstema wan a parastinê ve hatin xistin. Wezaretê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve, ev yek ji êrişên herî mezin a bi balafirên bêmirov bû.

Li gorî daxuyaniyê balafirên bêmirov li Moskov, zêdeyî 10 herêmên Rûsyayê û li Qirim, behra Reş û behra Azov hatin bêbandorkirin.

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin diyar kir ku herî kêm 47 balafirên bêmirov ên berê xwe dabûn paytextê, hatin xistin. Sobyanin anî ziman ku li herêmên parçeyên balafiran lê ketine, tîmên rewşa lezgîn xebatên xwe didomînin û li gorî daneyên ewilî windahiyên can yan jî zirarên mezin çênebûne.

Herêma Tula ya li başûrê Moskowê, bû hedefa êrîşên dijwar. Waliyê Herêmê Dmitriy Milyayev ragihand ku li gundekê zirar gihişte malekê û jinek birîndar bû.