Bandorên şerê Îranê di rojeva rojnameyên erebî de bû

Çavdêr dibêjin bandorên şerê dawîn ê Îranê ne tenê leşkerî ne, lê ew bûn destpêka qonaxeke nû ya ji nû ve rêzkirina hevsengiyên hêzê yên herêmî û navneteweyî. Her wiha li ser têkiliya di navbera DYA û Îsraîlê de, lihevkirinên bi Îranê re û bandorên li ser ewlehiya Kendav û Lubnanê jî nivîsîn.

Bandorên şerê Îranê di rojeva rojnameyên erebî de bû
26 hezîran, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, li ser bandorên şerê Îranê yên li ser siberoja têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA)-Îsraîlê, pêşkeftinên dawîn ên lihevkirinên bi Îranê re û bandora pevçûnan li ser Lubnanê nivîsîn.

‘LI ŞÛNA JI ÇEKÊN DYA’YÊ; MA ALTERNATÎFEKE NETANYAHU HEYE?

Rojnameya El Hehat li ser sibroja têkiliya di navbera DYA û Îsraîlê de nivîsî, piştî daxuyaniyên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên der barê kêmkirina girêdayîbûna bi çekên DYA`yê ve. Rojnameyê nivîsî ku ev nêzîkatî hevpeymaniya stratejîk a di navbera her du welatan de dixe ber ceribandineke mezin.

Rojnameyê destnîşan kir ku pispor bawer dikin ku serxwebûna leşkerî ya Îsraîlê bi astengiyên teknîk, lojîstîk û siyasî re rû bi rû ye û ev yek nîşan dide ku daxuyaniyên Netanyahu ne planeke gengaz in, lê bêtir manewrayeke siyasî ji bo xurtkirina pozîsyona xwe ya navxweyî û zexta li ser rêveberiya DYA`ê ye.

‘RADESTKIRINA TENGAVA HURMUZÊ JI ÎRAN Û DEWLETÊN KENDAVÊ RE’

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku lihevkirinên dawîn ên bi Îranê re ji bo tevgera li Tengava Hurmuzê derfetên mezintir dane Tehranê. Rojnameyê hişyarî da ku kontrola siyasî ya li ser rêya avê dikare ji ferzkirina bacan ji bo barkirina wê xeternaktir be.

Rojnameyê diyar kir ku Washington ji bo kontrolkirina bandorên aborî û ewlehiyê tawîz dane, di heman demê de Îran hewl dide ji peymanê sûdê wergire da ku bandora xwe ya herêmî xurt bike.

‘ŞER LUBNAN WÊRAN KIR LÊ ZAGONÊN LÎSTIKÊ NEGUHERANDIN’

Rojnameya Lubnanê El Liwaa nivîsand ku şerê dawîn zagonên lîstikê neguherandin, lê belê hevsengiyên hêzê yên berê bi lêçûneke mirovî û madî ya mezintir ji nû ve vegerandine. Her wiha destnîşan kir ku Lubnan hîn jî di navenda bandorên şer de ye, li gel berdewamiya krîzên wê yên siyasî, ewlehî û aborî.

(k)