Şêniyên Girkê Legê: Gerîla rûmeta me diparêzin

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, berxwedana destanî ya gerîla ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got gerîla rûmeta gelan diparêzin.

Şêniyên Girkê Legê: Gerîla rûmeta me diparêzin
21 tîrmeh 2024   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dagirkeran re, rojane dadikevin qadan.

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Dayika 2 şervanên Yekîneyên Jina Azad (YJA-Star) Bêrîtan Zîlan û Hêlîn Bêrîtan, Zîlan Roj wiha axivî: "Gerîla ji 45 salan ve ji bo doza Kurd û azadiya gelan tê dikoşin. Ew rûmeta me diparêzin û ji bo avakirina welatekî azad, li ber xwe didin.”

Zîlan hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: "Bila PDK`ê bizane ku ji vê xiyanetê dîrok dê wê lanet bike.”

Şêniyê bi navê Îdrîs Mela Şerîf jî got: "Gerîla hebûn û hêviya me ne. Ji bo mirovahiyê û parastina rûmeta gelan, bidestxistina edaletê tê dikoşin. Bi saya wan em hene. Ji ku gelên herêmê her tim rûbirûyî planên qirkirinê û înkarkirinê yên dijminan in û hewl didin nasname û dîroka me tune bikin."

Mela Şerîf wiha berdewam kir: "Gerîla, hêza yekane ye ku dikare rûmeta me biparêze, edaleta civakî ji bo me bi dest bixe û siberojeke bi azadiyê û demokrasiyê geş, ava bike.”

Her wiha Mela Şerîf destnîşan kir ku PDK`ê bi dîroka xwe ya tije xiyanet tê naskirin û PDK`ê bi "şaneyeke kanserê di bedena neteweyekê de ku divê ji kokê ve bê rakirin" wesifand.

Mela Şerîf diyar kir ku armanca dewleta Tirk û ajanên wê diyar e ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin û wiha pê de çû: "Em serî ji kesekî re natewînin û nahêlin tu kes axa me dagir bike û em ê li ser soza me daye gerîla bin."

Dayika şehîd Rûken Rojava ku şervaneke YPJ`ê bû, Narîşan Berakat jî got: "Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo jiyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi dest bixin, tê dikoşe. Divê bizanin ku em bi wan re ne.”

Narîşan hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: "Hûn bûne amûr di destê dewleta Tirk a dagirker. Kengî armanca xwe bîne cih, dê berê xwe bide we û we tune bike."

Narîşanê soz da ku li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya şehîdan berdewam bikin.

(şx)

ANHA