34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan

Zozan Hesekê 34 salan ji bo rizgariya Kurdistanê û mafên jinan tê koşiya. Bi dilsoziya xwe ya bi şoreşê û hezkirina welatê xwe hat naskirin.

34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
34 salan têkoşîna ji bo Kurdistan û jinan
21 tîrmeh 2024   06:17
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Zozan Hesekê, kê pê re kar kiriye, pesnê têkoşîna wê ya ji bo azadiya çandî, leşkerî û siyasî dide. Her kes dibêje dilsoza welat û gelê xwe ye, merd e û doza rizgarkirina jinan ji xwe re kiriye armanc.

Fermandar Zozan Hesekê anku Minewer Fatime yek ji pêşengên şoreşa jinan e. Li gundê Şercî yê bajarê Hesekê sala 1970`yî hatiye dinê.

3 xwişk û 5 birayên wê hene û di hembêza malbateke welatparêz de ku rêzê ji jinan re digire, mezin bûye.

Hestên welatparêziyê yên Minewerê her ku diçû mezintir dibûn, dema zilma li ser gelê Kurd û Kurdistanê didît. Ji ber wê, rêya têkoşînê û berxwedanê hilbijart û dema 20 salî bû anku sala 1990`î tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Minewerê nasnavê Zozan Hesekê hilbijart û dest bi têkoşînê li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan kir. Li qadên têkoşîna gerîla, kar û xebatên civakî kirin û di fermandariya şeran de jî rol lîst. Zozan, fermandar û pêşenga şoreşa jinan bû.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava re Zozan vegeriya warê xwe û mîna bi hezaran ciwanên Rojava tev li şoreşê bû, erkên xwe di birêvebirina şoreşê de li Kobanê, Serêkaniyê û Dêrazorê anîn cih.

Her wiha pêşengiya şoreşa jinan kir û jiyana xwe di oxira pêşxistina şoreşê de borand.

Xwişka Zozanê Merdiye Fatimê got: "Zozan biçûk bû. Li ber dilê her kesî nazdar bû. Xizm û şêniyan jê hez dikir. Bandora wê li ser malbatê û civakê mezin bû. Her tim hewl dida malbatê komî ser hev bike û çareseriyan ji pirsigrêkên wan re peyda bike."

Merdiyeyê behsa hezkirina Zozanê ji xwendinê re kir ku hîna di dibistana navîn de pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwendin.

Merdiye pirî ji xwişka xwe Zozanê hez dike û pê re dilsoz e, navê xwişka xwe li keça xwe dike.

Birayê Zozanê Hesekê Salih Fatimê behsê kir çi qas ramanên Rêber Abdullah Ocalan bandor li Zozanê kiriye û di encamê de tev li tevgera rizgariyê bûye. Her wiha diyar kir ku Zozan di wê qenaetê de bû ku divê gelê xwe ji êşê xilas bike û bêhna azadiyê bike.”

Piştî ku Zozan sala 1990`î tev li tevgerê bû, ji bo ku kesayeta xwe bi pêş bixe, berê xwe da Akademiya Şehîd Mehsûm Korkmaz a li herêma Bîqa ya Lubnanê.

Piştî perwerdeya 2 salan, Zozan vegeriya Rojava û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya wê Hemrîn Efrîn da zanîn ku wê li çiyayên Zagrosê sala 1996`an Zozan Hesekê nas kiriye û diyar kir ku di navbera wan de gelek taybetmendiyên wekî hev hene.

Hemrînê bi bîr xist ku piştî şoreşê, Zozan Hesekê vegerî Rojava û tev li şerên li dijî çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk bû.

Hemrînê wiha domand: "Ez çi qas behsa şehîd Zozan bikim jî gotin kêm dimînin. Ji ber ku ew di oxira parastina gelên herêmê de bi fedakarî tê koşiya.”

QADA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ

Şehîd Zozan di biserxistina xebatên perwerdeyê de jî rol lîstiye. Der barê vê yekê de hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê û hevrêya şehîd Zozan a qada perwerdeyê Gulistan Îsmaîl got: "Şehîd Zozan ji bo pêşxistina kadroyên perwerdeyê gelekî hewl da.”

Gulistanê wiha berdewam kir: "Bandora wê li ser pêkhateyan tev hebû. Bi israr hewl da giyanê fedakariyê di nava mamoste û xwendekaran de biçîne. Tişta şehîd Zozan çandiye dê bimîne û şax bide.”

PARASTINA AZADIYA JINAN

Birayê şehîd Zozan Salih wiha behsa xwişka xwe kir: "Ji yekemîn kesên banga mafên jinan û parastina azadiya wan kir. Bi şev û roj tê dikoşiya ji bo ku axa Kurdistanê ji mêtingeriyê û çeteyan xilas bike. 34 sal ji emrê xwe di têkoşîna şoreşgerî de li her çar parçeyên Kurdistanê borand."

ŞEHÎDA 18’EMÎN A MALBATÊ

27`ê Nîsanê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîdbûna Zozan Hesekê ragihandibû.

Şehîd Zozan, şehîda 18’emîn a malbata Fatimê ye. Birayê wê Salih anî ziman ku bi şehadeta xwişk û birayên xwe û tevahî şehîdên malbatê yên ku canê xwe ji bo rizgarkirina Kurdistanê feda kirin, serbilind e.

(şx)

ANHA