Di rojnameyên erebî de rojevên sereke yên hefteyekê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya derbasbûyî de cih da hewldanên dewleta Tirk ên asayîkirina têkiliyan bi Şamê re, hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta Şamê, şerê Îsraîl û Hemasê û bandorên wê.

Di rojnameyên erebî de rojevên sereke yên hefteyekê
21 tîrmeh 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê cih da hilbijartinên parlamantoya hikumeta Şamê (Meclisa Gel) û nûçeyek bi sernavê “Hilbijartinên Sûriyeyê: Sermayedar, medyaya dîjîtal û eşîrtî serwer in” weşand.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de ku Adara 2011’an dest pê kir, cara çaremîn e ku hilbijartinên parlamatoyê yên hikumeta Şamê çêdibin. Hate diyarkirin ku dîmenên hilbijartinên vê carê ji her sê carên din cuda ne. Di nûçeyê de îşaret bi bernameya hilbijartinan hate kirin û hate gotin: “Kampanyaya hilbijartinê û wêneyên namzetan êdî wekî carên berê nîn in. Hejmareke kêm a namzetan di kampanyayên xwe de wêneyên xwe parve kirin. Qad û kolanên Şamê û yên bajarên din bi wêneyên namzetan tijî nîn in, lê asta propagandayê ya namzetan, bi taybet ên serbixwe, bi paş ketiye. Lê lîsteya karsazan bi xurtî serwer e."

Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve têkildarî daxuyaniyên Beşar Esed ên der barê hevdîtina li gel Erdogan de, nûçeyek bi sernavê "Serok Esed: Em ne li dijî hevdîtinê ne, lê ya girîng ew e ku navarok û encamên hevdîtinê erênî bin û berjewendiyên Sûriye û Tirkiyeyê pêk bîne” weşand. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Beşar Esed di daxuyaniyên xwe yên dawîn de careke din şertên xwe yên hevdîtina li gel Erdogan aniye ziman. Hate diyarkirin ku Esed di daxuyaniyên xwe de wiha gotibû "Eger hevdîtina bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan encamên erênî bi xwe re bîne û berjewendiyên welat pêk bîne, hingî em ê pê re. Lê pirsgirêk di naveroka hevdîtinê de ye.”

ŞERQ EL EWSAT: TIRKIYE BI ASAYÎKIRINA TÊKILIYÊN VE GIRÊDAYÎ YE

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên asayîkirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re. Hate gotin, tevî ku hikumeta Şamê bi şertên xwe yê vekişîna leşkerî ya Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û rawestandina destekkirina komên "terorîst" ve girêdayî ye, lê rojevkirina asayîkirina têkiliyan bi Şamê re didomîne. Di nûçeyê de îşaret bi daxuyaniyên Erdogan jî hate kirin û hate gotin: "Di demekê de ku herêm li ser sêleke sor e, danîna hevsengiyên nû di siyaseta derve de ji bo Tirkiyeyê pêwîstiyek e.”

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Pirsgirêkeke teknîk cîhan pûç kir" weşand. Hate gotin: “Di encama pirsgirêkeke teknîk de, bi sedan sefer hatin betalkirin, balafirgeh, borse, bank û kanalên ragihandinê rawestiyan. Serokê koma ewlehiya sîber a amerîkî ‘CrowdStrike’ê George Kurtz li ser hesabên xwe yên ’X’ û ’LinkedIn’ pirsgirêka derketiye wekî aloziya teknîk a herî mezin di dîrokê de wesifand. Kurtz destnîşan kir ku pirsgirêk çareser dibe. Lê belê di encama vê pirsgirêkê de nirxê CrowdStrike di borseyê de ji sedî 17 kêm bû."

Der barê rewşa Filistînê de jî nivîskarê iraqî Mihemed El Saîdî gotarek bi sernavê "Rojhilateke nû" ji rojnameya El Ereb a Londonê re nîvisand.

Nivîskar El Saîdî di gotara xwe de dibêje: "Ji ber bêîstiqrariya li welatên herêmê û bûyerên li Xezayê rû didin, herêm heta sala 2025’an li pêşberî guhertinên girîng û mezin e. Li gorî raporê, ji bo rewşê 3 senaryoyên muhtemel hene. Senaroyaya yekemîn; asta şerê di navbera her du aliyan de wekî xwe bimîne bêyî ku artêşa Îsraîlê tu pêşketinê pêk bîne. Senaryoya duyemîn; kabûsa şer vekirî bimîne û tundiya li Xezayê zêdetir bibe. Senaroyaya sêyemîn jî; rewşa bendewarî û hêviyê ya filistîniyan ku agirbestek demdirêj li Xezayê û planek ji bo jinûve avakirina madî û siyasî hebe. Çavdêr û şîrovekar senaroyaya yekemîn bêtir tercîh dikin û dibêjin heta niha senaryoya sêyemîn ne mimkun e pêk were, lê dibe ku sala 2026’an pêk bê, nemaze ku şerê li Xezayê hîna bi dawî nebûye û gefên rûdanên şerekî wêranker di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Lubnanê zêdetir dibin."

El Saîd dibêje: “Rewşa Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve diçe. Dibe ku ber bi aramî û diyalogê ve li ser dosyayên herî aloz ve biçe, bi taybetî dosyaya nukleerî ku tê hêvîkirin hikumetên nû yên DYA û Îranê dîsa vekin. Li gel van hemû îhtîmalan, guhertinên li ser erdê bi zelalî nîşan didin ku Rojhilata Navîn a bê, dê aramtir bibe û ber bi geşepêdanê ve biçe."

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê helwesta desthilata Filistînê ya li hemberî komkujiya Mewasiyê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de îşaret bi komujiya li Mewasiyê ya bajarê Xan Yûnisê hat kirin ku Îsraîlê roja şemiyê pêk anîbû û di encamê de bi piranî jin û zarokên koçber, derdora 90 filistîniyan jiyana xwe ji dest dabû.

Di nûçeyê de hate gotin filistîniyan bertek nîşanî helwesta serokatiya Filistînê ya li hemberî komkujî da. Hate diyarkirin ku gelek kesan helwesta serokatiyê wek rewakirina komkujiyê û şermezarkirina qurbaniyan nirxand.

Lêkolînerê sûriyeyî Muhsin El Mistefa di gotarekê de ku di rojnameya El Quds El Erebî de weşandiye, bal kişand ser îhtîmala rûdana şerekî û xetereyên wê li ser rewşa Sûriyeyê. Li gorî El Mistefa "Metirsiya rasteqîn ew e ku eger şerek biqewime dê bi sed hezaran lubnanê ji hawirdora di bin kontrola Hizbullah û hêzên Îranê de koçber bibin. Rast e ji ber kiryarên rejîmê, Îran û Hizbullah bi hezaran malên wêrankirî hene, lê herêmên din ên ku sûriyeyî jê hatine koçberkirin hene jiyan lê dibe. Li van herêman jî tevî kombûna xizmetan û binesaziya lawaz jî, lê dîsa ji cihên di bin bombebarana wêranker a Îsraîlê de baştir e."

Der barê penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê de, helbestvan û nivîskarê sûriyeyî Beşîr El Bekir gotarek ji rojnameya El Erebî El Cedîd re nivsand. Beşîr El Bekir balê dikişîne ser polîtîkayên nîjadperestiyê yên li dijî penaberên Sûriyeyê û wiha dibêje "Di sê salên dawîn de pêla nîjadperastiyê zêde bûye. Sedema vê yekê ew e ku ji hilbijartinên şaredariyan ên sala 2029’an ve ku di encamê de partiya serdest AKP’ê şaredariyên bajarên Stenbol û Enqere ji dest dan, mijara penaberan tê polîtîzekirin."

El Bekir diyar kir ku tevî ku CHP’ê a muxalif ya destpêkê bû ku ev mijar anîbû rojevê û bi tundî bikar anîbû, lê AKP’ê li şûna bi xurtî li ber tundiyê bigire ket ber bazarî û şantajên siyasî yên dijberên xwe. Di encama vê yekê de rewş ji kontrolê derket û veguherî nefreteke giştî ji bo Ereban. Vê yekê jî zerar da nav û dengê Tirkiyê û aboriya wê. Di encamê de Ereban razimanî û geştiyariyê li vî welatî qut kir.”

Nivîskar El Bekir desthilata Tirk wek berpirsa jiyan û milkên penaberan dibîne û dibêje: "Her çi qasî asta aloziyê bilind dibe jî, hewcedarî bi tevgerên ji bo dîtina çareseriyên aqilane jî zêde dibe. Nemaze ku ev rewş bûye mîna berfegogê ku bi lez digindire ku zirarên mezin bigihîne sûriyeyî û Tirkan jî. Êrişên dawîn ên li gelek bajarên Tirkiyeyê yên li dijî sûriyeyan û milkên wan, her wiha bertekên li hemberî hebûna Tirkan a li bakurê rojavayê Sûriyeyê, destnîşan dikin ku divê destwerdaneke lezgîn bê kirin û rê neyê dayîn ku pirsgirêk mezintir bibe.”

(bb)