Di êrişa li Til Rifetê de welatiyek birîndar bû

Di êrişên duh bi şev ên li ser gundên Til Rifetê de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî yên mezin çêbûn.

Di êrişa li Til Rifetê de welatiyek birîndar bû
Di êrişa li Til Rifetê de welatiyek birîndar bû
Di êrişa li Til Rifetê de welatiyek birîndar bû
Di êrişa li Til Rifetê de welatiyek birîndar bû
20 tîrmeh 2024   15:28
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengî şevê gundên Şêx Îsa, Hirbil, Um El Hoş û Um El Qura yên bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê bi hawan û obîsan topbaran kirin. 

Di encama topbarana li gundê Um El Hoş de koçberê efrînî Mihemed Îbrahîm (30) birîndar bû. Li gorî agahiyan rewşa Îbrahîm niha baş e.

Her wiha ji ber bombebaranê ziyaneke mezin gihaştiye mal û baxçeyên welatiyan.

Der barê êrişê de Qedriye Silêman a ji gundê Um El Hoş ji ajansa me re axivî. Qedriyeyê got: “7 sal e gundên Şehbayê tên topbarankirin. Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser me zêde kirin.

Qedriye Silêman wiha lê zêde kir: “Em ê li vir li hemberî tank û topan li ber xwe bidin heya vedigerin Efrînê.”

(bb)

ANHA