Dagirkeran bi dijwarî Til Rifetê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bajarê Til Riftê bi dijwarî topbaran kirin. Ji ber topbaranê zerarên mezin li milkên welatiyan bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengî şevê gundên Şêx Îsa, Hirbil, Um El Hoş û Um El Qura yê bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên navborî bi hawan û obîsan topbaran kirin.
Di encama topbaranê de zerarên mezin li mal û milkên welatiyan bûn.
(bb)
ANHA