Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 çeteyên DAIŞ’ê li kantona Dêrazorê girtin.

Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin girtin
Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin girtin
Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin girtin
Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin girtin
Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin girtin
20 tîrmeh 2024   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonekê de 2 çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Dezgeha Ewlehiya Giştî bi hemahengiya Hêzên Taybet (H.A.T) û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî roja înê (19’ê Tîrmehê) operasyoneke bibandor li dar xist. Di encamê de 2 endamên şaneyên DAIŞ’a terorîst li bakurê Dêrazorê girtin.

Operasyonê piştî şopandina tevgera şaneyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên me yên Dezgeha Ewlehiya Giştî ve dest pê kir. Di encama xebatên şopandinê de cihê ku her du çeteyan xwe lê vedişart hat diyarkirin. Destê her du terorîstan di çalakiyên kuştin û hedefkirina hêzên me yên ewlehî û leşkerî û tirsandina welatiyan de heye. Hêzên me bi ser cihê ku xwe lê vedişartin de girt. Her du endamên şaneyê hatin girtin û miqdarek çek û teqemeniya bi wan re jî hate desteserkirin. Hêzên me lêpirsîna bi her du kesan re didomîne da ku li gorî yasayan ji bo dadgehê werin şandin."

(bb)