Rûspiyên êlên Ereban li hember êrişên dagirkeriyê banga yekitiyê kir

Rûspiyên êlên Ereban êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li êlên Ereban ên li Iraqê kir ku li hember êrişan bibin yek. Her wiha bang li Komkara Erebî kirin ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û got PKK`ê ji bo gelê Sûriye û Iraqê fedakariyên mezin kirine.

Rûspiyên êlên Ereban li hember êrişên dagirkeriyê banga yekitiyê kir
18 tîrmeh 2024   03:45
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gelek dever li Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Li hember vê dagirkirinê jî, Hikumeta Federal a Iraqê bê deng e. 

Êlên Iraqê 16`ê Tîrmehê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina serdestiya Iraqê şermezar kirin û diyar kiribû ku PDK û Hikumeta Federal berpirsên dagirkirina axa Iraqê ne. Êlan di daxuyaniya xwe de piştgiriya berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) ya li hember êrişên dagirkeriyê kiribû.

Rûspiyên êlên Ereban ên Sûriyeyê ku şaxên wan li Iraqê hene, diyar kir ku dewleta Tirk, dewleteke dagirker e û nabe siyasetên dagirkirinê li dijî dewleteke cîran bimeşîne û divê êrişên wê bên rawestandin. Rûspiyan destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze şêniyên resen ên wan herêman koçber bike, aborî û ewlehiya Sûriye û Iraqê têk bibe.

Rûspiyê êla El Sade El Heyalîn a li Sûriyeyê şêx Elaudîn Bin El Şêx Ehmed destnîşan dewleta Tirk a dagirker dixwaze şêniyên resen koçber bike, wan herêman dagir bike ku ji berê ve dilê wê tê de heye û wiha domand: "Gelê Sûriye û Iraqê ji dagirkeriya osmanî gelek êş û zehmetî kişandiye. Tirkiye niha hewl dide wê hovîtiya berê vejîne û aramiya li herêmê têk bibe."

Şêx Elaudîn destnîşan kir ku êlên li Sûriye û Iraqê, êrişên dewleta Tirk û siyasetên wê yên mêtingeriyê qebûl nakin û divê êlên li Iraqê helwesteke hevgirtî li hember dagirkeriyê nîşan bidin.

Rûspiyê êla Benî Sebiî Hisên El Sade jî anî ziman ku dewleta Tirk, dagirker e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Tirkiye, şerê PKK`ê dike hincet û bi armanca dagirkirinê êriş Başûrê Kurdistanê dike. Lê ev ne rast e, her kes dizane armanc û siyaseta Tirkiyeyê çi ye."  

El Sade wiha pê de çû: "PKK`ê, hêzeke rizgariyê ye ku ciwanên herêmê şervanên wê ne. Ji bo parastina gelê Iraq û Sûriyeyê fedakariyên mezin kirine. Êdî kesek bi hincetên Tirkiyeyê nayê xapandin."

El Sade bang li êlên li Iraqê û Komkara Erebî kir ku rê li pêşiya zêdegaviyên Tirkiyeyê bigirin û got heke Tirkiye vê siyasetê bidomîne, rakirina çek dibe erkeke nîştimanî û exlaqî çi li Sûriyeyê yan jî li Iraqê.

El Sade di dawiyê de bang li sûriyeyiyên ji bo berjewendiyên wê dixebitin kir û got: "Bila bizanin ku Tirkiye wan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne. Divê van siyasetan fêm bikin û divê hikumeta Şamê jî bizane ku Tirkiyeyê Sûriye wêran kir û nabe têkiliyan pê re asayî bike."

(şx)

ANHA