6 welatiyên din li Efrînê hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 welatiyên din li Efrîna dagirkirî revandin.
![6 welatiyên din li Efrînê hatin revandin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_669bda0c51860.jpg)
Çavkaniyekî ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihand ku ˊnobetdarên sînorˊ di 16.07.2024ˊan de 6 welatî li nêzî gundê Kurdo yê bajarokê Bilbilê revandin. 3 ji wan welatiyan ji Efrînê ne û yên din ji bajarên din ên Sûriyeyê ne.
Li gorî heman çavkanî, navên revandiyan wiha ne; Heysem Nezmî Seîd (39) ji xelkê Cindirêsê, Hikmet Cemîl Henan (43) û Mihemed Mistefa Osman ji xelkê Mabeta. Her wiha Mihemed Zeyd (40) ji Dera, Mihemed El Ebsî ji Dera û Husam El Nehas ji Humsê.
Çavkanî da zanîn ku piştî 2 rojan û dayîna 600 dolar Zed, El Ebsî û El Nehas hatin berdan û 3 welatiyên din nehatin berdan.
Li Efrîna dagirkirî sûcên revandina welatiyan bi tawan an jî bêyî tawanan bi armanca xwestina pereyan dewam dikin.
(fr)