Li Efrîna dagirkirî zarokek û 8 şênî hatin revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 9 şênî li Efrînê revandin. Ji revandiyan yek zarokeke keçîn e.
Çavkaniyên xwecih da zanîn ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker 16`ê Tîrmehê 7 şênî li nêzî gundê Zerê yê bajarokê Bilbilê yê Eferînê revandin. Navê yek ji wan Hesen Elî Elî (28) ye û ji gundê Eyn Hecerê ye û şêniyên din ji bajarê Helebê ne.
Heman çavkaniyan aşkera kir ku kesên revandî birine girtîgeha gundê Aşka yê li Cindirêsê ku di bin kontrola çeteyên "Sultan Suleyman Şah" û "El Emşat" de ye û îşkence li wan hatiye kirin.
ZAROKEKE 15 SALÎ REVANDIN
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên "Polîsên Leşkerî" 12`ê Tîrmehê zaroka bi navê Esmehan Mihemed (15) li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revandiye.
Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker 7`ê Tîrmehê şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Mihemed Ebdo (42) yê ji gundê Avrazê yê bajarê Mabetayê li taxa Mehmûdiye li kolana dibistana pîşeyî revandiye û heta niha agahî jê nîn in.
Revandina şêniyan li Efrînê bi hincetên cuda berdewam in, armanc jî wergirtina fîdyeyê ye.
(şx)