Ji destpêka Tîrmehê ve 20 welatî hatine revandin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navên 20 kesên ji xelkê bajarê Efrîn û gundewarên wê yên dagirkirî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve di Tîrmehê de hatine revandin aşkera kirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan di rapora xwe ya îro de, navên 20 welatiyên li bajarê Efrîn û gundewarên wê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin, aşkera kirin. Çeteyan li beramber serbestberdanê fidye xwestin. Navên welatiyên revandî û herêmên lê hatine revandin wiha ne:
1ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊArtêşa Nîştimanîˊ ciwanê Kurd Reşîd Semîr Elî (24) dema ji dikana xwe ya pêlavan a li bajarê Cindirêsê yê Efrînê derdiket hat revandin. Li hember serbestberdanê 25 hezar dolar hatin xwestin.
Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ 2 welatiyên efrînî li nêzî Nanbêja El Teqwa ya li ser rêya gundê Tirindê revandin û wiha ne: Xelîl Hac Ehmed (47) ê ji bajarê Cinêdirêsê û Mihemed Mecîd (43) ê ji gundê Eyn Hecerê yê girêdayî Mabeta. Ew her du ber bi cihekî nediyar ve birin.
Çeteyên ˊArtêşa Nîştimanîˊ Şemsedîn Mihemed (66) ê ji xelkê bajarê Cindirêsê yê Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
2ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊEhrar El Şamˊ bi ser gelek malên bajarê Efrînê de girtin û 7 welatî revandin û navên çend kesan hat zanîn: Ehmed Mihemed, Rêzan Mihemed û Mihemed Bekir û ber bi cihekî nediyar ve birin.
6ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊFirqet 112ˊ welatiyê bi navê Menan Meho Nasan (40) ê ji gundê Dumilya yê bajarê Mabeta revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Çeteyên ˊFirqet El Hemzatˊ li ser benda xwe ya li çatrêya gundê Kokanê yê Mabeta Cuma El Mûsa (60) ê ji bajarokê Til Deman ê başûrê Helebê û li gundê Kokanê rûniştiye revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
7ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊEhrar El Şerqiye, Ceyş El Îslamˊ bi ser gundê Cela yê Raco de girt û 4 welatî, di nav de zarokek weke rêbaza şantajkirina bo desteserkirina mal û milkên wan, revandin. Navên revandiyan wiha ne; Mihemed Mistefa Elî û dayika wî Zeyneb Şêxo Mistefa (85) û kurê wan Ehmed Mihemed Mistefa (14), Mihemed Elî Xelfan (43) û ber bi cihekî nediyar ve birin.
9ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ Menan Seydo (57) ê ji gundê Emara yê Mabeta li Efrînê revand. Menan Seydo piştî ji Lubnanê vegerî Efrînê û ji bo vegerandina mal û dikana xwe yên ji hêla çeteyên ˊFirqet Sultan Muradˊ ve hatin desteserkirin gilî kir, hat revandin.
10ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊArtêşa Nîştimanîˊ Fehmî Ebdo Seydo (35) ê ji gundê Miska Jêrîn ê bajarê Cindirêsê cara duyemîn direvînin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
15ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ Elî Ebdurehman Mistefa (49) ê ji bajarê Mabeta li nêzî mizgefta Bîlan a li taxa Eşrefiyê ya Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
17ˊê Tîrmeha 2024ˊan:
Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ Selah Reşîd Korbilo (20) û Mihemed Xelîl Hec Qenber (24) ên ji gundê Xulalka li bajarokê Bilbilê cara duyemîn tên revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ Mihemed Hesen Seydo (40) ê ji gundê Kêl Îbo yê Mabeta revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
(fr)
ANHA