ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2024
21 tîrmeh 2024   02:00

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, berxwedana destanî ya gerîla ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got gerîla rûmeta gelan diparêzin.

Bi şoreşa 19’yê Tîrmehê re nifşekî nû tê gihandin. Zêdetirî 800 hezar zarokên di şoreşê de mezin bûne, li ser jiyan, ziman, çand, huner, dîrok, tenduristî, werziş û hwd. tên perwerdekirin.

Dema ku civaka mirovahiyê hevsengiya xwe bi xwezayê re winda kir, hişmendiya desthilatdariyê bi pêş ket û xwe gihand asta sazîbûyînê. Wê demê aboriyê jî wateya xwe winda kir û bû amûreke mezinkirina hêza desthilatdariyê. Li dewsa ku bi aboriyê pêwîstiyên xwezayî yên mirovan werin pêkanîn, berevajî wê aborî bû amûra qezenckirin û serweriyê. Êdî aborî bi miqdara pereyên ku tê qezenckirin tê pîvandin û pênasekirin.

Zozan Hesekê 34 salan ji bo rizgariya Kurdistanê û mafên jinan tê koşiya. Bi dilsoziya xwe ya bi şoreşê û hezkirina welatê xwe hat naskirin.

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê koma xwendinê ya jinên endamên Kongra Star û komînan, dest bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kiriye.

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya derbasbûyî de cih da hewldanên dewleta Tirk ên asayîkirina têkiliyan bi Şamê re, hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta Şamê, şerê Îsraîl û Hemasê û bandorên wê.

Xelkê bajarê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina tecrîdê meşekê li dar dixe, meş ji pêş Qada Jina Azad dest pê dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civaka Ermenî li Xwaringeha Marbêla ya Hesekê kongreya xwe ya yekemîn li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Minbicê li ser cih û girîniya olê di pergala neteweya demokratîk de li hola Meclisa Gelan a Demokratîk komxebatekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Cizîrê li Stadyûma Dostaniya Norwêcî li navenda Meclisa Werzîşê ya Qamişloyê Akademiya Heysem Kico vedike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)