Xelkê Reqayê salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê pîroz kir

Bi diruşma ˊBi rihê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê em ê Rêveberiya Xweser xurt bikin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin ˊ Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê şahiyek li dar xist.

20 tîrmeh 2024   22:45
REQA

Di şahiya li stadyûma bajêr hatiye lidarxistin de, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, leşkerî û Meclisa Rêveber a kantona Reqa, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqa Meşleb El Tirkan salvegera şoreşê pîroz kir û got: "Em salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Rojhilatê Navîn pîroz dikin. Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin û mîmarê neteweya demokratîk Rêber Abdullah Ocalan silav dikin."

El Tirkan wiha domand: "Divê em destkefityên xwe biparêzin û agirê meşaleya li Kobanê hatiye pêxistin bilind bikin û serdema xwe vegerînin serdema şoreşa jinan û bi hev re em dagirkeriyê têk bibin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin."

Dûre berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Buseyne Ebdo axivî û got: "Rola jinan di serkeftin û pêşketina şoreşê de aşkera bû. Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi pêşengiya jina azad şoreşa demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye."

Çalakî bi pêşkêşkirina stranên ji hêla endamê navenda çandê hunermend Ehmed El Omer û koma Palmêra ya Hîlala Zêrîn û koma Helebê bi dawî bû.

(fr)

ANHA