Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist

Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya bi panelekê bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan, bandora fikrên wî li ser civakan û çawaniya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî.

Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya panelek li dar xist
20 tîrmeh 2024   18:21
MINBIC

Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya bi sernavê "Ocelan: Azadî dema ku pirseke hebûnê be " panelek li dar xist. Panel bi amadebûna endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, partiyên siyasî, endamên Meclisên bajar û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl, li  navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin.

Di panelê de berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê şaxê Minbicê Fûad Colî bixêrhatina mêvanan kir û spasiya xebatên Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya yên di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, kir.

Her wiha serokê nûnertiya hevbeş a Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya Îbrahîm El Selac axivî û got: "Ji bilî doza azadiyê dozeke din a Rêber Abdullah Ocalan tune bû. Rojekê jî weke mirovekî normal girîngî neda berjewendî û pêdiviyên xwe . Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka jiyana xwe ve ji bo doza gelê xwe û gelên bindest biryara têkoşînê da."

Hevseroka Nûnertiya Hevbeş a Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya Heyfa Mehmûd diyar kir û wiha got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeha fikrên Ocalanî ku li tevahî Sûriyeyê belav bûne hat avakirin. Fikrên wî li dijî destpotiyê, bi pirrengî û qebûlkirina hev du, xurtkirina jinan û têkoşîna li dijî tevahî şêweyên nijadperestiyê re ye. Fikrên wî têkiliya civakê bi xwezayê, jîngeh û jiyanê re ne."

Heyfa di dawiya axaftina xwe de got: "Navê Ocalan bûye hemwateya dijwariya mêtingeriyê, bûye hemwateya berxwedana zindî ya dîwarên girtîgehê derbas kirine."

Serokê Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriya Fîras Qesas bi rêya skype axivî û got: "Dewleta Tirk a faşîst şerê Rêveberiya Xweser dike. Ji ber ku Rêveberiya Xweser xwe dispêre fikirên ramanyar û fîlozof Abdullah Ocalan ku civakeke azad dadimezirîne û rûmeta mirovan misoger dike. Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê hewl dide gelan di bin zulm û zordariyê de bihêle. Ji lew re divê gel têkoşîna ji bo rizgarkirina ji desthilatê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bike."

Di dawiyê de deriyê nîqaşê ji bo beşdaran hat vekirin. Di nîqaşên beşdaran de hat diyarkirin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê pêşkêşî gelên herêmê kir, ji lew re divê têkoşîn ji bo azadiya wî ya fîzîkî were kirin.

Her wiha Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê gelek pirtûk dan Nûnertiya Partiya Nûjenî û Demokratî bo Sûriyeyê.

Panel bi silogana ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ bi dawî bû.

(bh/fr)