HPG: Zarîn, Dilgeş û Sîdar bûn milîtanên fedayî yên Rêber Apo

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di 3’ê Gulana 2024 li Zap Şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG: Zarîn, Dilgeş û Sîdar bûn milîtanên fedayî yên Rêber Apo
20 tîrmeh 2024   10:52
NANEVDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Zarîn, Dilgeş û Sîdar Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de şehîd bûn, eşkere kir û got: “Hevreyên me Zarîn, Dilgeş û Sîdar ku jiyaneke fedayiyane ji xwe re kirin armanc, bi têkoşîna xwe ya ji bo vê oxirê di dîroka azadiya gelê me de cih girtin.”

Daxuynî wiha ye:

“Hevreyên me Zarîn, Dilgeş û Sîdar ku bûn milîtanên fedayî û şoreşgerên leheng ên Rêber Apo, bi têkoşîneke bêdudilî li dijî dewleta Tirk têkoşîneke mezin raber kirin ku li dijî pêşeroja hevpar a Ereb, Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn êrîş daye destpê kirin. Hevreyên me ku weke gerîlayên azadiyê yên pispor di gelek çalakiyan de cih girtin, bi israr, ezîm û bi vîna xwe ya nebez a di xeta fedayî ya Apoyî de bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji xebatên binesaziyê heta çêkirina tunelên şer, ji çalakiyên afirîner ên bi taktîkên dewlemend tên lidarxistin heta jiyanîkirina xeta fedayî ya di operasyonên şoreşgerî de, di gelek xebatan de cih girtin. Hevreyên me Zarîn, Dilgeş û Sîdar li dijî konsepta îmha û tasfiyeyê ya li ser gelê me û Tevgera me bêdudilî û bêbêhndan di her xebatekî de tevlîbûneke bi moral û coş nîşan dan.

Hevrêyên me ku ji bo meşa xwe ya azadiyê ya bi şîara Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bigihînin armancê di şert û mercên herî zehmet de berpirsyarî girtin ser xwe û hemû êrîşên dijmin vala derxistin, li herêma Zapê ku destanên berxwedaniyê lê tê nivîsandin, bûn qehremanên azadiyê yên herî esîl ên dîroka efsaneyan diafirîne.

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Zarîn, Dilgeş û Sîdar û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku ala têkoşînê ya hevreyên me yên hêja radestî me kirine bigihînin serkeftinê û bibin layiqî bîranîna şehîdên xwe.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Zarîn Aram

Nav û paşnav: Delal Xezal Akıl

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik û bav: Zeynep – Îdrîs

Dem û cihê şehadetê: 3’ê Gulana 2024/Zap

Nasnav: Dilgeş Ednan

Nav û paşnav: Hemze Muhammed Saqîr

Cihê jidayikbûnê: Dêrezor

Navê dayik û bav: Sara – Muhammed

 Dem û cihê şehadetê: 25’ê Hezîrana 2024/Zap

Nasnav: Sîdar Serhed

Nav û paşnav: Metîn Dagci

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dayik û bav: Aynur – Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2024/Zap

ZARÎN ARAM

Hevrêya me Zarîn li Cizîra Botan di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me li Cizîrê mezin bû ku hişmendiya welatparêziyê her tim lê zindî ye, gelek serhildan di dîroka xwe de dihewîne û bi sedan zarokên ku dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye mînak, weke kesekî xwediyê çanda Kurd û hişmendiya neteweyî mezin bû. Hevrêya me ku li nava civakekî di bin zext û zordariya pergalê de mezin bûye, her tim li dijî êrîşên dijmin hestyar bû.

 Hevrêya me ku dema dibîstanê dixwend bi awayekî eşkere rûyê rast ê pergalê dît, hêrsekî wî yê mezin li dijî rejîma asîmîlasyon û qirker çêbû. Bi dîtin û jiyankirina berdêlên gelê me yê Botanê ku rastî zextên giran ên artêşa Tirk a dagirker hat, xwest tevlî xebatan bibe. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de ji banga fermandara me ya hêja Şehîd Delal Amed a ji bo ciwanan bandor bû û biryara tevlîbûnê da. Çeka fermandarê me ya fedakar Kerîm Kato- Hamît Akil ê di sala 2012’an de li herêma Xakurkê şehîd bû û apê hevrêya me ye, rakir. Di sala 2015’an de li kêleka fermandara mezin a Berxedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê Şehîd Zeryan Denîz Amed tevlî xebatan bû. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de bû xwediyê kedeke mezin. Li gel ku şervana nû bû jî dema şer dijwar bû bêdudilî ji hemû erkan re amade bû. Bi hişmendiya berpirsyariyên dîrokê ji bo her xebatekî amade bû. Navê biraziyê xwe Aram- Agît Akil ê sala 2015’an di berxwedana Cizîrê de şehîd bû, girt. Hevrêya me ku di sala 2016’an de derbasî herêma Bestayê bû, ji têkîliyên hevrêtiya gerîla û mîsyona pêşengiyê ya milîtanên YJA Starê bandor bû.

 Hevrêya me Zarîn ku piştî demekî li Bestayê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji bo ku xwe di warê leşkerî de pêş bixe perwerde girt û xwe di her wateyê de lêpirsîn kir. Hevrêya me ku xwest bibe gerîlayekî serkeftî ya YJA Starê, di branşên leşkerî de gihîştî be û di wateya îdeolojîk de danehev bi dest bixe, qada perwerdeyê weke cihê afirandina xwe dît. Hevrêya me ku piştî perwerdeyê tevlî xebatên pratîkî bû, di vê pêvajoyê de ji fermandarên pêşeng ên partiya PKK’ê û YJA Starê hevrêya me Şehîd Armanç Goşkar- Suna Kizilkaya pir bandor bû. Her tim Fermandar Armanç Goşkar ji xwe re weke rênîşander dît. Ji hevrêyên me yên şehîd hînbû ku bê ka çawa nasnameya jina azad bi layiqî rake û divê çawa ji pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrêya me ku her kêliya jiyanê di çarçoveya perwerdeyê de nirxand, her tim hewl da xeta Partiyê biparêze. Hevrêya me xwest bi jêhatîbûna di taktîkên gerîla de erkên xwe yên demê bêyî kêmasî bi cih bîne û tevlî akademiya pisporiya leşkerî bû. Di perwerdeyan de li ser perspektîfên Rêbertiya me û Îdeolojiya Rizgariya Jinê lêhûrbûn bû. Ji bo tola komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ên di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de hilîne, lêhûrbûnên kûr jiya. Ji hemû fêrbûnên xwe hêzek mezin girt. Hevrêya me ku piştî perwerdeyê di xebatên girîng de cih girt, bi saya hakimiyeta xwe ya araziyê erkên xwe bi layiqî bi cih anî. Hevrêya me Zarîn ku fermandara fedayiyan Şehîd Delal Amed ji xwe re mînak girt, bi coş û moraleke mezin tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Di berxwedana li dijî operasyonên artêşa Tirk a dagirker ku di Nîsana 2022’an de li herêma Zap, Avaşîn û Metîna da destpêkirin de roleke çalak lîst. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di nava çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hate xistin de, cih girt. Bi dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan, israra xwe ya ji bo serkeftinê û bi hevrêtiya xwe ya jidil bû milîtanekî mînak ya PKK’ê û PAJK’ê. Bi ruhekî fedayî yê mezin bi awayekî çalak hem tevlî şerê tunelan û hem jî operasyonên şoreşgerî bû. Di her derbeya li dijmin de, bi armanca pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd tevgeriya.

 Hevrêya me Zarîn bi hesta berpirsyariyeke mezin di amadekirina tunelên şer, xebatên binesaziyê, operasyonên şoreşgerî û tîmên araziyê de cih girt. Bi kêfxweşiya jiyanê, enerjî û morala xwe ya bêdawî rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist û bû çavkaniya hêzê. Bû milîtanekî fedayî ya Apoyî ku di her xebata xwe de pêwîstiyên nasnameya YJA Starê bi layiqî bi cih anî. Hevrêya me Zarîn Aram ku 3’ê Gulana 2024’an li herêma Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi dilsoziya xwe kûr a ji bo Rêbertî û şehîdan re weke milîtanekî fedayî di têkoşîna me de cih girt. Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêya xwe Zarîn her tim di dil û têkoşîna xwe de bidin jiyîn û di şexsê wê de layîqê hemû şehîdên xwe bin.

 DILGEŞ EDNAN

 Hevrêyê me Dilgeş li bajarê Dêrezor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû. Hevrêyê me Dilgeş ku zarokê gelê me yê Ereb e, bi çand û kevneşopiya civaka xwe mezin bû. Hevrêyê me ji ber ku di nava malbatekî ku xeta şoven û netewperst a pergala dewletê dixwaze biafirîne qebûl nake de mezin bû, rêzê ji gelên din ên Sûriyeyê girt û bi baweriya xwişk û biratiyê mezin bû. Hevrêyê me li gel ku demek xwend jî zêdetirîn ji bo tevkariyê li dabara malbatê bike xebitî û xwe bi keda xwe afirand. Ji ber vê yekê ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me ji serhildanên civakî yên di pêvajoya “Bihara Gelan” a li Rojhilata Navîn pêş ket de bandor bû û kete nava lêgerîna têkoşînê. Lê ji ber ku tevgereke ku hest û hizrên xwe pê temsîl bike nedît, nekarî bi awayekî çalak têbikoşe. Hevrêyê me ku ji ber çeteyên DAÎŞ’ê destpêkê gotinên dijberê pergalê bikaranîn û roj bi roj li herêmê bûn hêz, jê bandor bû, piştî demeke kurt rûyê dermirovî, xedar, hov û kujer ên çeteyan dît. Bi taybet dema DAÎŞ li naverastan bi awayekî hovane mirovan qetil kir û golên ji xwîna mirovan çêkir hêrs û nefretek wî yê mezin çêbû.

 Hevrêyê me ku lêgerînên xwe kûr kir, dest bi şopandina Hêzên Azadiya Rojava kir ku li dijî van çeteyan şer dikin. Ji wêrekiya şervanan pir bandor bû. Li gel ku dewlet û hêzên leşkerî yên li herêmê bêyî ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe bidin reviyan, şerê wêrek yê Hêzên Azadiya Rojava hişt ku hevrêyê me Dilgeş zêdetir eleqe pê bîne. Hevrêyê me ku bi taybet piştî herêma Şedadê û Dêrazor ji çeteyan hat paqijkirin derfet dît hêzên azadiyê ji nêz ve nas bike, fêm kir ku Rêber Apo ye ku wêrekiriyê dide van şervanên azadiyê. Hevrêya me paşê dest bi lêkolînkirina rastiya Rêber Apo kir, ji paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo pir bandor bû ku dihêle gel bi hev re wekhev û azad bijîn. Hevrêyê me hest û hizrên xwe yên dema ciwantiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dît, biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê da. Hevrêyê me Dilgeş ku weke şoreşgerekî Ereb xwest li çiyayên Kurdistanê têbikoşe, bi hizir û pratîka hev berê xwe da çiyayan.

 Hevrêyê me Dilgeş dema hat çiyayên Kurdistanê ji heybeta çiyayan û xwezaya mihteşem bandor bû û bi coş û heyecan tevlî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me ku li ber xweşiktiya mihteşem a berê qet nedîtibû di îfadekirina hestên xwe de zehmetî kişand, her ku fêrî zimana çiyayan bû çalaktir tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me ku fêrî zimanê gelê Kurd jî bû, bi perwerdeya felsefeya Rêbertî di wateya îdeolojîk de danehevek girîng bi dest xist. Hevrêyê me ku firsend dît di taktîkên şerê gerîla de jî xwe pêş bixe, ji bo ku di zûtirîn demê de derbasî xebatên pratîkî bibe israr kir. Hevrêyê me Dilgeş yê bi fedakar durustî û coşa xwe ya jiyanê bawerî da hevrêyên xwe, derbasî herêma Şehîd Delîl bû û tevlî yekîneyên gerîla yên nîv tevger bû. Hevrêya me ku tevlî berxwedana li vir bû, bi helwesta xwe ya wêrek û çavnetirs di demeke kin de rêza hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me yê di her kêliya xwe de ji bo derbekirina dijmin lêhûrbûn kir, di vê wateyê de gelek pêşniyar pêş xist û bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me ku di her qada jiyanê de têkoşîna çalak kir rêgez, bêyî bibêje biçûk an jî mezin li cihê pêwîst ê xebatê amade bû. Hevrêyê me Dilgeş ku bi vê taybetmemdiya xwe ve ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, helwesta xwe ya kedkar û fedakar hê zêdetir kir. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de lêhûrbûnên xwe yên li ser felsefeya Rêbertî zêdetir kir, xisûsên ku di xwe de kêm dîtin temam kir û ji bo bibe milîtanekî Apoyî hewldaneke girîng da. Hevrêyê me ku her ku Rêbertiya me nas kir hê bi watetit li jiyanê nêrî, tevlîbûneke bi heyecan û coş raber kir. Hevrêyê me ku her tim hewl da fêrî tîştên nû bibe, bêyî rawestan têkoşiya û serkeftinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Dilgeş weke zarokê wêrek ê gelê Ereb bû mînaka heqîqî ku çawa dikarin li çiyayên Kurdistanê bi îdeolojiya Apoyî pêş bikevin û bi hêz bibin.

 Hevrêyê me Dilgeş ku di 25’ê Hezîrana 2024’an de herêma Rojavayê Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi ruhê xwe yê enternasyonal wê her tim bibe bingeha jiyan û têkoşîna hevpar a gelê Kurd û Ereb. Em soz didin ku em ê teqez xeyalên hevrêyê xwe Dilgeş pêk bînîn.

 SÎDAR SERHED

 Hevrêyê me Sîdar li Bazîda ku yek ji girîngtirîn bajarê têkoşînê yê Kurdistanê ye di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Bi saya terbiye û çanda dêrîn ya ji malbata xwe distîne, zarokatiyeke girêdayî cewhera xwe derbas dike. Hêvrêyê me têkoşîna destanî ya li dijî dagirkeriyê ya gelê Serhedê ji kilamên dengbêj û çîrokên ku ji aliyê malbata wî ve tên vegotin, guhdarî dike û ev yek dibin sedem ku hevrêyê me hê zarokatiya xwe de çanda têkoşînê û siyaseta dijmin a qirkirinê nas bike. Her wiha hevrêyê li dibistanên dewleta Tirk de bi xwe şahidiya polîtîkayên dijmin ên qirkirin û asîmîlasyonê yên li ser gelê me dike û bi vê yekê zêdetir xwedî li ziêan, çand û nasnameya xwe derdikeve. Hevrêyê me dizanîbû ku ger ev nirxên wî werin tunekirin êdî wateyeke hebûna wî namîne û girêdayî vê mijarê xwe her roj pêş xist. Hevrêyê me di ciwantiya xwe de nankokiyên jiyanî zêdetir dijî û li hemberî feraseta jiyana azad a derewîn ya ji aliyê pergala kapîtalîst hatî avakirin û siyaseta dijmin ya qirkirinê dest bi lêgerînan dike. Hevrêyê me Sîdar bi saya hişmendiya welatparêziyê rastiya Rêber Apo nas dike û her wiha dîsa bersiva nakokiyan jî di felsefeya Rêber Apo de dibîne. Ji ber vê yekê hevrêyê me hewl dide ku Rêbertiya me zêdetir bixwîne û fêm bike û digihîje hişmendiya jiyana watedar bes bi azadiyê re pêkan e. Her wiha hevrêyê me dizanîbû ku ev yek wê bi têkoşînê were bidestxistin û weke ciwanekî Kurd yê dabînkirina azadiya gelê me weke erkekî digire ser milên xwe, biryarê dide ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Di pêvajoya ku dewleta Tirk a qirker hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê me qirkirin pêk anîn de di 4’ê Nîsana rojbûna Rêbertiya me de biryarê dide ku tevlî refên gerîla bibe. Hevrêyê me Sîdar di 4’ê Nîsana ku hemû gelê me jî weke rojbûna xwe qebûl dike, tevlî refên gerîla dibe û dest bi jiyaneke nû û azad dike.

 Hevrêyê me li Gilîdaxê tevlî nava refên gerîla dibe û bo coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê jî dibe. Hevrêyê me li vir di bin bandora nêzîkatî û têkiliyên hevrêyên xwe de dimîne û perwerdeya xwe ya yekem jî li vir distîne. Hevrêyê me van perwerdeyên ku zêdetirî têkildarî jiyana çiya û gerîlayan e bi cîdîyeteke mezin guhdar dike û tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Lê belê ji bo ku perwerdeyên bidetaytir bistîne û tecrûbeyan bi dest bixe, bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrêyê me Sîdar li vir bi perwerdeyên distîne di demeke kurt de dibe gerîlayekî xwedî tecrûbe û di demeke kurt de tevlî xebatên pratîkê dibe. Bi taybetmendiyên xwe yên weke kedkarbûn û fedekarbûnê hevrêyê me ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û di hemû xebatan de serkeftinê weke armanca xwe diyar dike. Hevrêyê me li gelek qadên Hremên Parastinê yên Medyayê dixebite û bi kesayeta xwe ya dirust û tevlîbûna xwe ya jidil baweriya hemû hevrêyên xwe bi dest dixe. Ji ber vê yekê hevrêyê me di gelek xebatên girîng de cih digire û hemû bala xwe dide van xebatan. Hevrêyê me bi taybet jî di xebatên ku ked, fedekarî , hesasbûn û bawerîyeke mezin hewce dikir dde cihê xwe girt û karî berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Hevrêyê me Sîdar di pêvajoya ku şerê li gel artêşa Tirk dijwar bû de berpirsiyariyên xwe yên serdemî bi awayekî serkeftî bi cih anîn û bi fedekariya xwe bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me di hemû kêliyên jiyana xwe de mezinkirina têkoşîna xwe û di terz û taktîkên gerîla yên serdema nû de xwepêşxistinê esas digire û bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk karî bibe gerîlayekî HPG’ê yê pispor. Berdewamiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Parastinê yên Medyayê û li dijî van êrîşên dagirkeriyê mezinkirina têkoşîna li her derê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn sedem ku hevrêyê me Sîdar têkoşîna xwe mezintir bike. Bi taybet têkoşînên destanî yên di tunelên şer de û şehadetên lehengî bandoreke mezin li hevrê me dikin. Hevrêyê me dizanîbû ku di pêvajoyeke wisa de bes bi tevlîbûneke girêdayî xeta fedaîbûnê dikare bibe bersiv û girêdayî vê yekê biryardariya meşandina têkoşîneke berfireh û fedaîbûna Apoyî bi dest xist. Hevrêyê me Sîdar dizanîbû ku wê vê biryardariya xwe bes di nava xebatên Hêzên Taybet de bikare pêk bîne û bi îdîa, coş û biryardariyeke mezin tevlî van xebatan bû. Hevrêyê me bi perwerdeyên distîne dibe mîlîtanekî fedaî û yek ji armanca xwe ya herî mezinweke holhilanîna hevrêyên xwe yên ku di tunelên şer de tevlî karwanê şehîdan bûne, diyar dike. Girêdayî vê yekê hevrêyê me li gelek qadên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê têdikoşe û di xebatan de ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne gelekî li ber xwe dide. Her wiha hevrêyê me bi saya serdariya xwe ya li ser qadan di serkeftina gelek xebatan de xwedî kedeke mezin e û ji ber vê yekê jî ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin.

 Hevrêyê me Sîdar ê ku bi hevrêtiya xwe ya rast, jidil û bihêz di dilê hemû hevrêyên de dibe xwedî cihekî mezin, di 4’ê Tîrmeha 2024’an de di encama êrîşeke dijmin ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Sîdar heya nefesa xwe ya dawî girêdayî xeta fedaîtiyê têkoşîna xwe meşand û wê bi jiyan û têkoşîna xwe heya heyayê ji bo me hevrêyên wî bibe çirayek. Em soza xwe dubare dikin ku em ê tim bîranîna hevrêyê xwe Sîdar li Kurdistana Azad zindî bigirin.”