Cara yekem Îsraîl bendera El Hudeyde ya Yemenê hedef digire

Li gorî hin raporan, Îsraîl, DYAˊyê û Brîtanyayê gelek avahiyên li bendera El Hudeyde ya Yemenê bombebaran kirin.

Cara yekem Îsraîl bendera El Hudeyde ya Yemenê hedef digire
20 tîrmeh 2024   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El Mesîra ya komên Ensarullah ‘El Husî’ diyar kir ku Îsraîlê avahiyên hinardekirina petrol û gazê li bendera El Hudeyde ya Yemenê bombebaran kirin.

Kanalê ku agahiyên xwe dispêre wezareta tenduristiyê ya koma Ensarullah El Hûsî da zanîn ku di encama bombebaranê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî rayedarekî payebilind ê Amerîkî, piştî balafireke bêmirov a El Hûsî naverasta Til Avîvê hedef girt û di encamê de kesek hat kuştin û çendek birîndar bûn, Îsraîlê êrişî Yemenê kir.

(mg/fr)