Di êrişa DAIŞˊê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di encama teqîna mayîneke ku çeteyên DAIŞˊê çandibûn de 4 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin.

Di êrişa DAIŞˊê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
20 tîrmeh 2024   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), leşkerekî hêzên Şamê di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞˊê de di 14ˊê Tîrmehê de birîndar bûbû, îro jiyana xwe ji dest da. Bi wê re hejmara kuştiyên di heman bûyerê de bûn 4 leşker.

SOHR’ê di 14’ê Tîrmehê de ragihandibû ku 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê yek ji wan serleşker e, di encama teqîna mayînek ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû çandin, hatibûn kuştin. Her wiha SOHR’ê diyar kiribû ku di dema pêkanîna operasyon û keşfkirina çeteyan de li beyarê Reqayê yê di bin kontrola hêzên Şamê de, mayîn bi erebeya wan de hat teqandin.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka 2024ˊan de di encama êrişên li beyarê Sûriyeyê de 477 kes hatine kuştin.

(mg/fr)