Şehîd Kendal û Berxwedan hatin bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê şehîd Kendal Rojava û şehîd Berxwedan Mûş bi bîr anîn.
Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîd Kendal Rojava û Berxwedan Mûş berê xwe da Goristana Şehîd Dicle û di duyemîn salvegera wan de find pêxistin.
Di destpêka merasîmê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî wê Hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku rêya şehîdan bişopînin.
Balî di berdewama gotinên xwe de wiha got: "Heyanî em Kurdistaneke azad ava bikin, em ê rêya ku şehîdan daye pêşiya me bişopînin. Şehîd Kendal û Berxwedan di nava têkoşînê de bûn, heta kêliya xwe ya dawiyê li ber xwe dan û têkoşîn kirin. Em ê her tim xwedî li berxwedana şehîdên xwe derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin".
Her wiha li ser navê malbata şehîdan dayika şehîd Çiya, Emîne Yasîn axivî û got: "Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Em ê bi rihê şehîdên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin û planên dijmin têk bibin."
Di dawiya merasîmê de find li ser gora şehîd Kendal Rojava û Berxwedan Mûş hatin pêxistin.
Şehîd Berxwedan Mûş (Arhan Arman) û şehîd Kendal Rojava 20`ê Tîrmeha 2022`an li Kobanê şehîd bûn.
(sş)
ANHA