DYA’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê hişyariya xwe ya têkildarî seyaheta ji bo Bakurê Kurdistanê nû kir û derxist asta 4’emîn.

DYA’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da
9 adar, 2026   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de hatin gotin: “Ji Başûrê rojhilatê Tirkiyeyê asta hişyariya seyahetê 4 e û derketiye aste seyahetê nekin. Ji bo Tirkiyeyê jî asta hişyariya seyahetê 2 ye û asta baldariya zêde nîşan bidin berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo Tirkiyeyê asta hişyariyê yan jî nîşanderên rîskê guherîn pêk nehatine û ev yek hatin gotin: “Lê belê li Başûrrojhilatê Tirkiyeyê herêma ku rîskên wê zêde dibin, bi awayê nîşandana guherînên di kiryarên Nûnertiya DYE’yê de Hişyariya Seyahetê hatiye nûkirin.”

Wezaretê di 9’ê Adara 2026’an de ferman dabû ku xebatkarên hikumeta DYA’yê û endamên malbatên wan wek tedbîr ji Konsolxaneya Edeneyê dûr bikevin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber şer û pevçûnên li welatên cîran neçin başûrê rojhilatê Tirkiyeyê.

Bajarên wek başûrê rojhilatê Tirkiyeyê hatine îfadekirin ev in: Edene, Semsûr, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Elezîz, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Mereş, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Osmaniye, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wan.