Nasnameyên 11 Kurdên li Îranê jiyana xwe ji dest dane aşkere bûn

Di êrişên 10 rojan yên Îsraîl-Amerîka ya li ser Îranê de nasnameya 11 welatiyên Kurd hatine qetilkirin hetin eşkerekirin.

Nasnameyên 11 Kurdên li Îranê jiyana xwe ji dest dane aşkere bûn
9 adar, 2026   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên navxwe ya Îranê, di encama êrişên hewayî yên balafirên şer yên Îsraîl-Amerîka yên li ser Îranê de gelek welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku nasnameyên 11 welatiyan eşkere bûne. Welatî li bajarên mîna Bokan, Dîwandere, Merîwan û Hemedanin.

Welatiyên hatine qetilkirin navê wan wiha ne: Semîra Şerîfî, Ferîdûn Emînî, Hamid Seîdî, Suleman Melaweys, Mîran Celîlawî, Ferzad Bazgan, Karan Bazgan, Şayan Mam Selîmî, Erdelan Pakdalî, Peyman Îrfanî, Sirûş Salar Eşayîrî.