Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin

Mihemed Şêxo di 37`emîn salvegera koça xwe ya dawîn de Ii Qamişloyê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Mihemed Şêxo merasîmek hat lidarxistin
9 adar, 2026   16:31
QAMIŞLO

Yekitiya Hunermendan a Cizîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, bi boneya 37`emîn salvegera wefata hunermend Mihemed Şêxo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo, merasîmek organîze kir. 

Di merasîmê de hunermend, nivîskar, rewşenbîr, malbata Mihemed Şêxo û hezkiriyên wî ku piranî ciwan bûn, amade bûn.

Di merasîmê de birayê Mihemed Şêxo hunermend Beha Şêxo axivî û got: “Mihemed Şêxo digot `eger piştî koça min û ez bawer im ji vê gotina xwe, sed sal jî derbas bibin, dê milet li min guhdarî bike û stranên min şîrove bike`.”

Beha Şêxo destnîşan kir ku Mihemed Şêxo stranên şoreşgerî, evîndarî û civakî gotine û 3 nifş bi stranên wî mezin bûne.

Piştre ji hêla Koma Ciwanan a Mihemed Şêxo û Koma Botan ve stranên Mihemed Şêxo hatin gotin. Her wiha hunermend Sefqan Orkêş û Amir Remo jî di merasîmê de stran gotin.

Mihemed Şêxo sala 1948`an li gundê Xecokê yê Qamişloyê ji dayik bûye û di 9`ê Adara 1989`an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

(sb)

ANHA