‘DYA û Îranê dê li Dohayê hevdîtinan bikin‘

Dîplomatekî aşkera kir ku rayedarên DYA û Îranê berî îmzekirina peymanê li Swîsreyê dê vê hefteyê li Dohayê hevdîtinên nerasterast bikin.

‘DYA û Îranê dê li Dohayê hevdîtinan bikin‘
15 hezîran, 2026   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî îro ji AFP‘ê re got, rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê beriya îmzekirina fermî ya peymana bidawîanîna pevçûnên li Rojhilata Navîn, dê vê hefteyê li Dohayê civînên nerasterast li dar bixin.

Dîplomatê ku nexwest navê xwe aşkera bike got, "Beriya îmzekirin peymanê li Swîsreyê û destpêkirina dan û standinan, dê vê hefteyê civînên amadekar bi aliyên cuda cuda re pêk werin."

Dîplomat anî ziman ku navbeynkarên qeterî piştî 17 saetan ji dan û standinên berfireh ku roja yekşemê dest pê kir û bi lihevkirinê encam da, ji Tehranê vegeriyan.

(bb)