Li Quneytîrayê tevgera Îsraîlê, li Derayê jî gulebaran

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ket gundê Seyda Colan ê Quneytîrayê û bendek demkî ya kontrolê ava kir, piştî demek ji gund vekişiya. Li gundewarên Derayê jî qadên çandiniyê gulebebaran kirin.

Li Quneytîrayê tevgera Îsraîlê, li Derayê jî gulebaran
15 hezîran, 2026   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê tevî 5 erebeyên leşkerî îro ket gund Seyda Colan ê Quneytîrayê.

Li gorî SOHR‘ê,  hêzên deweriyeyê li têketina rojhilatê gund an ku rêya diçe gundê Eyn Zeker bendek demkî ya kontrolê danî û nasnameyên rêwîtiyan kontrol kirin.

SOHR‘ê diyar kir ku dewriye demek kurt li nêzî navendên ezmûnan ên gund sekinî piştre ji gund vekişiya.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, hêzên Îsraîlê duh êvarî li herêma Ruqad a Hewza Yermûk a gundewarên rojavayê Derayê qadên çandiniyê gulebaran kirin. Der barê endamên gulebebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)