Duriyanên raperîna ’Jin, Jiyan, Azadî’
Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li hemberî polîtîkayên dewletê 2 sal li pey xwe hiştin. Felsefeya ’Jin, Jiyan, Azadî’ ku bingeha wê ji Kurdistanê deketiye, di têkoşîna azadiyê ya jinan de bûye dirûşmeke gerdûnî.
Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê a li hemberî pergala baviksalar a sermayrdar a Îranê dikeve sala xwe ya sêyemîn.
Serhildana Jin, Jiyan, Azadî 16’ê Îlona 2022’yan piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (22) ji aliyê ’Polîsên Exlaq’ ve, dest pê kir.
Jîna Emînî 13’ê Îlonê dema diçû serdana xizmên xwe yên li bajarê Seqizê bi hinceta ku porê xwe nenixumandiye ji aliyê ’Polîsên Exlaq’ ve hat destgîrkirin û sewqî navenda destgîrkirinê ya li Tehranê hat kirin. Di dema destgîrkirinê de rastî îşkenceyê tê û 3 rojan ji ser hişê xwe diçe, piştre jiyana xwe ji dest dide.
Bi belavbûna nûçeyên têkildarî qetilkirina Jîna Emîn re, gelê bajarê Seqizê xwepêşandan li dijî desthilta Îranê dan destpêkirin. Bi hezaran kesî bi merasîmeke girseyî cenazeyê Jînayê spart axê. Di merasîma veşartina cenaze de dirûşma ’Jin, Jiyan, Azadî’ hat berzkirin. Piştî 137 rojan serhildana ku bi dirûşma ’Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berbelav bû. Serhildêran daxwaza pêkanîna demokrasiyê û hilweşandina rejîmê kir.
DI DÎROKA ÎRANÊ DE QONAXEK E
Qetilkirina Jîna Emînî bû çirûska serhildaneke gerdûnî ya jinan. Dengvedana dirûşma Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ku Rêber Abdullah Ocalan di dawiya salên 80’yî de pêşkêş kiribû, li her deverê olan dide. Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qonaxeke bibandor di dîroka Îranê de çêkiriye. Yekem car di dîroka Îranê de tevahî beşên civakê bi yek dirûşmê li dora hev kom bûn û daxwaza guhertina feraseta dewleta serdest a li hemberî jinan kir. Ji bo piştgirî û xwedîderketina li serhildanê jî li tevahî cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Jinan di çarçoveya serhildana li hemberî pergala dewletê de çalakiyên wekî birîna por, grevên giştî, girtina dikanan û nivîsandina dirûşman li ser dîwaran li dar xistin. Li dibistan û zanîngehan jî çalakî hatin lidarxistin û îmze hatin komkirin.
Rejîma Îranê bi armanca bidawîanîna li serhildanê, hemû cûreyên zext û tundî wekî êrişa bi çek û daran, bikaranîna gazan, jehîrkirina xwendekaran xistin dorê. Di heman demê de êriş bire ser mal û cihên kar ên xwepêşandêran, ew destgîr kirin, îşkence lê kirin û bi dar ve kirin.
BÎLANÇOYEKE ZELAL NÎN E
Desthilata Îranê bîlançoya kesên di xwepêşandanan de hatin girtin, qetilkirin û bidarvekirin, vedişêre.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di raporekê de diyar kir ku darvekirinên sala 2023’yan de çêbûne, ji sedî 47 anku ji yên sala 2015’an ve zêdetir in.
Li gorî pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) desthilata Îranê ji destpêka îsal (2024) ve zêdetirî 400 kes bi dar ve kirine ku di nava de 15 jin hene.
Dewleta Îranê ji bo pêşî li pêla serhildanê bigire înternet li ser herêmê qut kir. Rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibû Nîlufer Hemîdî û Îlahe Mûhammedî û gelek rojnamevan destgîr kirin. Her wiha lîstikvan Terana Elîdostî, Taha Resûlyan û Mihemed Sadiqî yên ku piştgirî dan serhildanê jî hatin destgîrkirin.
Li gorî malpera Iran International, dewleta Îranê 31’ê Tebaxa îsal pêleke din aêrişên destîgirkirinê li Rojhilatê dabû destpêkirin, li bajarên Mehabad, Pîranşar, Aşnoye û Dehklanê bi kêmanî 20 kes destgîr kirin.
BERXWEDANA JINAN DIDOME
Tevî hemû zor, zext, destgîrkirin, îşkence û darvekirin, serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li hemberî pêkanîn dewletê her ku diçe mezintir dibe.
Di Tîrmehê de 26’emîn şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tahranê bi hinceta "îsyana çekdarî li dijî dewletê kirine" cezayê darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên jinan Şerîfe Mihemedî hate birîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di dema ragirtinê de mualemeya xirab û îşkence li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye kirin.
Rêxistina Mucahidî Xelq a Îranê di raporekê de ku 11’ê Îlona îsal weşandiye diyar kir ku hêzên ewlehiyê yê hêzên pasedarên Îranê di serhildanê de bi kêmanî 700 kes qetil kirine. Rêxistinê îşaret pê kir ku nasnemyên 580 kesên hatine qetilkirin hatine zanîn. Li gorî rêxistinê di serhildanê de 30 hezar jin û mêr ên kêmî 25 salî ji aliyê desthilata Îranê ve jî hatine destgîrkirin, zext û îşkence li wan têne kirin da ku wan neçar bikin ku îtîrafê bikin.
LI HINDISTANÊ ’JIN, JIYAN, AZADÎ’
Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di tevahî serhildanên jinan de tê berzkirin, li dijî hemû rêbazên zilm û zordestiyê bûye sembola yekbûyîna jinan a li hemberî zilm û zordestiyê. Herî dawî li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê Tebaxê tecawiz li bijîşkekê hat kirin û paşê hat qetilkirin. Piştî bûyer hat bihîstin, li gelek deverên Hindistanê bijîşk û jin bi dirûşma ’Jin, Jiyan, Azadî’ derketin kolanan û hêrsa xwe anî ziman.
(bb)
ANHA