Dewleta Tirk di pêkanîna plana DAIŞ`ê ya serneketî de bi israr e

Dewleta Tirk a dagirker heta niha jî binkeftina DAIŞ`ê ya li Kobanê û bidawîkirina wê di aliyê erdnîgarî de li Sûriye û Iraqê, qebûl nekiriye. Ji ber ku DAIŞ li Sûriyeyê amûra dewleta Tirk e. Wê herêmên dagirkirî ji DAIŞ`ê re kirine stargeh û di pêkanîna planên xwe bi rêya êrişên li ser herêmê de bi israr e.

Dewleta Tirk di pêkanîna plana DAIŞ`ê ya serneketî de bi israr e
15 îlon 2024   04:10
KOBANÊ

Ji DAIŞ`ê heta dewleta Tirk û ji çeteyê bi navê Ebû Bekir El Bexdadî heta Erdogan, amûra kuştinê hîna rijandina xwînê didomîne, derbeyan li ewlehiya herêmê dide û herêm kiriye navenda komên çeteyan ên ku li ser cîhanê xetere ne.

Cotmeha 2014`an çeteyên DAIŞ`ê gihaştin sînorên Kobanê. Wê demê bi hezaran Kurd ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê li ser sînor kom bûn û piştgiriya berxwedana Kobanê kir.

Bi dehan şervan li taxên Kobanê li hember firehbûna xetereya cîhanî anku DAIŞ`ê li erdnîgariya Sûriyeyê, li ber xwe da. Gelên bi dehan dewletên Asya, Ewropa û Amerîkaya Latîn piştgiriya vê berxwedanê kir û 1`ê Mijdarê wek Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê diyar kirin.

CENGA KOBANÊ

Êrişa DAIŞ`ê yak u 15`ê Îlona 2014`an ji 3 eniyan ve li dijî bajarê Kobanê dest pê kiriye, êrişa herî mezin a DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hate binavkirin ku bi hezaran çeteyên ji seranserî cîhanê tev lê bûn.

Piştî ku li Kobanê Rêveberiya Xweser hate ragihandin, dewleta Tirk a dagirker û gelek dewletên herêmî bi hêrs bûn. Ji ber wê dewleta Tirk berê pisûleya DAIŞ`ê da Kobanê.

4 sal di ser rizgarkirina Kobanê derbas nebûbû, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Adara 2019`an tunekirina DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê yê bajarê Dêrazorê yê rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorên bi Iraqê re ragihand. Yanî piştî salek û nîv ji rizgarkirina bajarê Reqayê ku DAIŞ`ê ji xwe re paytext ragihandibû.

Tirkiye bikeftina hevalbenda xwe DAIŞ`ê bi destê ciwanên herêmê qebûl nekir. Ji ber wê, piştî ku QSD`ê bajarê Reqayê ji lepên DAIŞ`ê rizgar kir bi çend mehan, Çilaya 2018`an êriş Efrînê kir. Dewleta Tirk û komên çeteyan bi sed hezaran kurd û ereb ji kantonê koçber kirin.

Dewleta Tirk bi wê tenê nekir, careke din bi awayekî hovane payîza 2019`an bi erêkirina Amerîkayê piştî ku hêzên xwe ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişand, êriş Serêkaniyê û Girê Spî kir. Wê demê tenê çend meh di ser tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê derbas bûbû.

DAIŞ`Ê LI SÛRIYEYÊ AMÛRA DEWLETA TIRK E

Bê guman dewleta Tirk a dagirker pitevanê herî mezin a DAIŞ`ê bû û hîna wisa ye. di wan salan de, dîmenên leşkerên tirk bi DAIŞ`ê re belav bûn ku diyar dikin bi hev re kar dikin. Sefîrê Tirkiyeyê yê li Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê ve di Girê Spî re derbasî Tirkiyeyê hate kirin. Vê jî  hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ`ê aşkera kir.

Tirkiye ji 2014`an heta 2016`an rê da ku zêdetirî 40 hezar DAIŞ`ê bi rêya axa wê, derbasî Sûriyeyê bibin ku ji 110 dewletan li seranserî cîhanê hatine. Şandeyê berê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê (X niha) ev agahî piştrast kir û destnîşan kir ku ji ber vekişîna Amerîka ji herêmên bakurê Sûriyeyê "li herêmên ku Tirkiyeyê kontrol kirine, sûcên kuştinê, revandinê, talankirin û koçberkirin çêbûn".

Gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên sînorî ranawestiyan. Dewleta Tirk bi van êrişan xwest moralê bide DAIŞ`ê. Bi dehan ajans û kanalên telefizyonê, belgeyên veşartî yên ku têkiliya îstixbarata Tirkiyeyê bi DAIŞ`ê re ji bo dagirkirina herêman li Sûriye û Iraqê aşkera dikin, belge kirin.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JI BO DAIŞ`Ê STARGEH IN

Dewleta Tirk her tim behsa "herêma tampon" li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir ku bi rastî li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, Cerablus, Bab û Ezazê ava kir, lê ev herêm tenê ji bo DAIŞ`ê ewle ne.

Hêzên Amerîka li Sûriyeyê bi koordîneya QSD`ê gelek serçeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê yên ku DAIŞ tê de serbest tev digerin, tune kir.

Cotmeha 2019`an, di encama operasoneke îstixbaratî de di navbera Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê de, Ebû Bekir El Bexdadî li herêmeke Idlibê ku 5 kîlometre ji sînorên Tirkiyeyê dûr e, hate kuştin.

Her wiha 23`yê Cotmeha 2021`an di êrişa balafireke bêmirov a hêzên Koalîsyonê de, serçeteyê bi navê Subahî El Îbrahîm El Mislih ê ku bi navê Ebû Hemze El Şihêl tê naskirin tevî 2 parêzvanên xwe li gundê Edwaniye yê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî hate kuştin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden 3`yê Sibata 2022`yan kuştina serçeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Îbrahîm El Qerşî di operasyoneke hêzên taybet de li bajarokê Atmê yê bajarê Ildibê ragihand û da zanîn ku El Qerşî xwe teqandiye.

TEVGERA DAIŞ`Ê

DAIŞ hîna li Sûriye û Iraqê bi rêya şaneyên xwe çalak e ku sûdê ji gefên dewleta Tirk digirin û dem demê êriş dikin. Li gorî texmînên berê, ji bilî bi hezaran çeteyên girtî û bi deh hezaran malbatên wan li kampên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, 4 hezar heta 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hene.

Dewleta Tirk bi piştgiriya xwe ya domdar ji DAIŞ û komên din ên çeteyan re, ewlehiya herêmê tevlihev dike. Mîna êrişa li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê ku di encamê de 121 şervanên QSD`ê û şênî li bajarê Hesekê şehîd bûn. Ev êriş, li cîhanê metirsiyek çêkir.

Dewleta Tirk hîna heta niha gef li bajarê Kobanê dixwe ku gelên zêdetirî 93 dewletan li cîhanê piştgiriya wê kiriye. Dewleta Tirk şêniyên vê herêmê yên ku axa parastiye, bi "terorîstan" diwesfîne. Rast e Tirkiye rasterast piştgiriya DAIŞ`ê kir, lê rizgarkirina Kobanê Çilya 2015`an, binkeftina yekemîn a DAIŞ`ê bû.

DAIŞ li Kobanê bi bin ket, lê bi piştgiriya Tirkiyeyê û paşguhkirina hêzên navneteweyî hîna li Sûriye û Iraqê çalak e.

Di gelek raporan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk 300 çeteyên DAIŞ`ê derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye ji bo ku wan di şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi kar bîne. Ew dixwaze DAIŞ`ê li Iraqê vejîne.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ KOBANÊ

Di 4 salan de dewleta Tirk a dagirker bi 33 balafirên bêmirov êriş bajarên Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, gundên Helinc, Memît, Îdqe, Elbûr, Qomcî, Zormixar, Goran, Çelebiye, Eyn Bet, Bîr Ereb, Bîr Zinar û Baxdik ên kantona Firatê kiriye.

Di encama wan êrişan de 29 şênî şehîd bûne û 19 jî birîndar bûne ku karmendên saziyên sivîl wek Kongra Star, Meclisa Edaleta Civakî, Tevgera Ciwanên Şoreşger in.

Her wiha 8 şervanên QSD`ê jî şehîd bûn ku 3 ji wan ji bo dermankirinê çûbûn bajêr û 2 jî çûbûn serdana malbatên xwe. 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 20`ê Nîsana 2022`yan di êrişa li ser gundê Îdqe yê başûrê Kobanê de şehîd bûn.

Di encama êrişan de, zirarên madî li binesaziya bajarê Kobanê, torên kehrebe û avê hatin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran bang li "dewletên garantor" ên Sûriyeyê di serî de DYA û Rûsyayê kiriye ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin lê ev bangewazî heta niha bê bersiv in.

Madeya 37 a yekemîn protokola zêde ya lihevkirinên Cinevê sala 1977`an, kuştin an jî birîndarkirin an jî dîlgirtina dijberekî bi xayîntî qedexedike.

Di peymana NY`yê ya 1945`an li San Franciscoyê, nabe endamên desteyê, di têkiliyên navneteweyî de gefê wek rêbazeke hêzê yan î li dijî serweriya siyasî ya dewletan bi kar bînin. Lê ev pergal ketiye bin bandora berjewendiyên dewletan û hesab ji kesekî nayê pirsîn.

(şx)

ANHA