Şam: Hikûmeteke Îsraîlê ya kêmtir meyldarê rageşiyê dikare deriyê lihevkirinan veke

Çavkaniyeke dîplomatîk a Sûriyeyê diyar ku hêviya Şamê piştî hilbijartinên Îsraîlê ew e ku hikûmeteke kêmtir meyldarê rageşiyê be û bêtir amade be ku guh bide Washingtonê were vakirin, da ku rê li ber lihevkirinên ewlehiyê werin vekirin.

Şam: Hikûmeteke Îsraîlê ya kêmtir meyldarê rageşiyê dikare deriyê lihevkirinan veke
27 îlon, 2026   12:14
NAVENDA NÛÇEYA

Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk a Sûriyeyê ku bi AFPê re axivî, Şam hêvî dike ku piştî hilbijartinên Îsraîlê yên siberojê hikûmeteke ku kêmtir meyldarê rageşiyê be û bêtir amade be ku guh bide navbeynkariya Amerîkayê were avakirin.

Çavkaniyê got ku hatina hikûmeteke navendî an rastgir a ku li dora Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu navendî nebe, dibe ku ew kêmtir meyldarê rageşiyê be. Çavkankyê diyar kir ku hikûmeta nû dibe ku ber bi xebata li ser lihevkirinên ewlehiyê yên gav bi gav bi Sûriyeyê re ve biçe.

Îsraîl dê di 27`ê Cotmehê de hilbijartinên Knessetê li dar bixe, yekem hilbijartin e piştî êrişa 7`ê Cotmeha 2013`an û şerên paşê li Xezayê, Lubnanê, Îran û Sûriyeyê.

(k)

ANHA