Îran: Em bi ti awayî paşve gav na avêjin

Tevî ku Serokê DYA’yê Donald Trump pêşniyara Îranê red kir jî, Tehranê ragihand ku ew ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê ji daxwazên xwe paşve gav na avêjin. Lê dîsa jî rêveberiya Tehranê da zanîn ku deriyê wan ji bo dîplomasî û danûstandinan vekiriye.

Îran: Em bi ti awayî paşve gav na avêjin
27 îlon, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî, destnîşan kir ku vekirina Tengava Hurmuzê tenê bi cih anîna daxwazên wan ve girêdayî ye û di vê mijarê de tu tawîzan nadin.

Li gorî nûçeya Televizyona Dewletê ya Îranê, Eraqçî wiha gotiye: “Şertên me diyarin. Çi gava ku ji bo vekirina Tengava Hurmuzê bê avêtin, bi pêkanîna van şertan ve girêdayî ye. Em bi ti awayî paşve gav na avêjin.”

Rêveberiya Îranê roja Înê ragihandibû ku wan pêşniyarek pêşkêşî DYA’yê kiriye; li gorî vê pêşniyarê ger daxwazên Tehranê bên qebûlkirin, ewê di nav heft rojî de tengavê ji bo derbasbûnê vekin. Lê belê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump roja Şemiyê bi fermî dabû xuyakirin ku wan ev pêşniyar red kiriye.

Eraqçî bal kişand ser vê berteka yekem a DYA’yê û diyar kir ku ew bi rêya navbeynkaran li benda helwesta dawî ya DYA’yê ne û got ku deriyê dîplomasiyê heta dawiyê vekirî ye.

Li gorî agahiyan, di pakêta Îranê ya ji bo rawestandina şer û vekirina tengavê de 7 şertên bingehîn cih girtine. Ji van şertên sereke evin: Li hemû Rojhilata Navîn Lubnan jî di nav de agirbesteke 7 rojî bê ragihandin, Bi kêmî ve 12 milyar dolar ji hebûnên Îranê yên ku hatine cemidandin bêne berdan, pêkanînên dorpêçê yên li ser firotina petrola Îranê bêne rakirin, DYA dawî li ambargoya xwe ya deryayî ya li ser bendewarên Îranê bîne.

Beriya ku şer derkeve, nêzî beşek ji pênc beşên bazirganiya petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibû. Lê piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, Tengava Hurmuzê bû yek ji qadên herî krîtîk ên vê pevçûna herêmî. Di heman demê de ku Îran kontrola xwe ya li ser tengavê didomîne, DYA jî dorpêça xwe ya li ser benderên Îranê didomîne.

Li aliyê din, rojnameya Wall Street Journal îdîa kir ku Serokê DYA’yê Donald Trump plan dike ku piştî hilbijartinên ji bo kongreyê yên 3’yê Mijdarê, êrişên hewayî yên li ser Îranê ji nû ve bide destpêkirin.