Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de cih da bandora derbeyên li kurahiya Rûsyayê li ser Sûriye û Iraqê, dosyaya normalîzekirina Şam-Enqere, serdana serokkomarê Îranê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê, her wiha hewldanên agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê de

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
15 îlon, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Erebiye bi sernavê “Derbên li kûrahiya Rûsyayê dê bihêlin Biden berdêlên giran bide, berdêla wê jî Sûriyeyê ye” nûçeyek weşand. Tora El Erebiye der barê wê yekê de destnîşan kir ku dibe ku ev gav aloziya di navbera Rûsya û Amerîkayê de zêdetir bike. Ji ber ku serokê Amerîkayê Joe Biden rê li pêş Ukraynayê vedike ku çekên rojavayî yên dûravêj li kûrahiya xaka Rûsyayê bi kar bînin.

Li gorî rojnameya New York Timesê, dibe ku ev mijara ku ji zû de li Washingotinê hatibû nîqaşkirin, îro bi serdana fermî ya serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ji Koşka Spî re, bigihêje lûtkeyê.

Lê dê berdêla wê lihevkirinê pir giran be. Saziyên îstîxbaratê yên Amerîkayê hişyarî da ku dibe ku Rûsya bi alîkarîkirina Îranê di hedefgirtina hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn, nexasim li Sûriye û Iraqê, bersiva vê yekê bide.

 ‘RÊYA NORMALÎZEKIRINÊ PEMBEYÎ NÎN E’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser civîna duyemîn a Komîteya Peywendiyên Erebî ya bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê ku li Qahîreyê pêk hatibû. Hate bibîrxistin ku komîte di çarçoveya xebatên "Însiyatafa Erebî" ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hatibû avakirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wezîrên karên derve yên dewletên endamên Komkara Erebî pêr bi mijara nîqaşkirina şerê Îsaîl û Hemasê civiyan û piştî 13 salan yekem car Tirkiye beşdarî civînê dibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku di navberên civîna wezîrên Komkara Erebî ya bi mijara şerê Îsraîl û Hemasê ya li Misirê de, hevdîtinek di navbera wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad û hempîşeyên wî yên Misir, Urdun û Iraqê hat lidarxistin, her wiha hevdîtineke din bi sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyd re pêk hat. Rojnameyê diyar kir ku di van hevdîtinan de gelek aliyên dosyaya Sûriyeyê nîqaş kirine.

Li gorî rojnameyê, di dawiya civînên dualî de Komîteya Peywendiyên Erebî civînek li dar xist, beşdarên civînê li ser avakirina ekîpeke ji pisporan û lidarxistina civînekê li Bexdayê li hev kir. Hate gotin, erka komîteyê lêkolînkirina mijarên bi Şamê re tê şopandin e.

Rojnameyê diyar kir ku lihevkirina li ser lidarxistina civîna bê ya li Bexdayê li gorî daxwaza Iraqê jî ye ku dixwaze rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de aktîf bike.

 ‘DI SERDANA PIZÎŞKIYAN A LI BEXDAYÊ DE PEYMAN Û SOZÊN PARASTINA SÎNORÊ ÎRANÊ’

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana xwe ya yekemîn ya derve duh li Iraqê pêk anî. Pizîşkiyan û rayedarên iraqî têkildarî gelek mijaran 14 peyman îmze kirin.

Rojnameya El Ereb a Londonê ku îro cih daye serdanê, hilbijartina Iraqê bo serdana xwe ya yekemîn a Pizîşkiyan a li derveyî welat, wek "Nîşana berdewambûna siyaseta Îranê ya li qada Iraqê di serdema serokkomarê nû de" de bi nav kir. Hate gotin, Iraq ji bo Îranê veguheriye qadeke aborî û darayî û meydana çareserkirina hesabên xwe li hemberî hevrik û dijminên xwe yên mezin ên li herêmê.

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporên kar û barên Îran û Iraqê ku ev serdan wek "destpêkeke pratîk ji bo hewlên hikumeta Pizîşkiyan e ku Iraqê wek qadeke aborî ji bo xwe biparêze. Her wiha wekî çareseriyekî ji pêkanînên giran ên DYA’yê yên li ser wê dibîne. "

Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku li gorî pisporan, aloziya siyasî ya navxweyî ya Iraqê helwesta Sûdanî lawaz dike û rê li ber Tehranê vedike ku armancên xwe bi cih bîne.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wê Pizîşkiyan serdana deverên din ên Iraq û Hewlêrê jî bike û wiha hate gotin, tevî bêbaweriya di navbera Tehran û Hewlêrê de, lê Îran ji hewldanên kişandina rayedarên PDK’ê ber aliyê xwe ve bê hêvî nîn e. Hate bi bîrixstin ku PDK li hemberî hegemonya wê ya li Iraqê hevalbendê hevrikê wê (Tirkiyeyê) ye.

′CIVÎNA LI DOHAYÊ HEWLDANA AGIRBESTA XEZAYÊ ZINDÎ DIKE′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî agirbesta Xezayê nûçeyek bi sernavê “Civîna Dohayê hewldanên agirbesta Xezayê zindî dikin” nivîsî. Di nûçeyê de hat gotin civîna navbeynkarên misirî û qeterî bi tevgera Hemasê re derfeteke nû ya hewlên xwegihandina li agirbestekê, pevguherîna girtî û dîlgirtiyan ava kir.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre pisporan, diyar kir ku ev gava ji nişka ve di rêveçûna dan û standinan de mîna “zîndîkirina nû ya hêviyên xwegihandina lihevkirinekê ye”. Pisporan anî ziman ku girîng e serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ji bo pêkanîna girêbestekê di nêzîktirîn demê de tawîzan bide, lê ger nede dê hewldan ber bi rêya girtî ve biçin.

Çavkaniyekî payebilind ê misirî di kanala El Qahîre El Exbariyê de li ser bidawîbûna dan û standinên Dohayê yên agirbestê bi beşdariya serokê îstîxbaratê yê Misirê Ebas Kamil, serokwezîrê Qeterê şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî û şandeya Hemasê bi serkêşiya Xelîl El Heyê axivî.

Çavkanî got di dan û standinan de taybetmendiyên cidîbûnê derketin holê û ew yek ji bo bidawîkirina krîzê hêviyek e.