‘Diyalog rêya yekane ya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz e’

Di panelê de ku ji aliyê MSD û Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve hat lidarxistin, hate diyarkirin ku Sûriyeya siberojê bi nefret  û kîndariyê nayê avakirin, diyalog rêya yekane ya avakirina Sûriyeyeke yekbûyî ye.

‘Diyalog rêya yekane ya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz e’
‘Diyalog rêya yekane ya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz e’
‘Diyalog rêya yekane ya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz e’
‘Diyalog rêya yekane ya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz e’
‘Diyalog rêya yekane ya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz e’
18 mijdar, 2025   15:57
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Partiya Sûriyeya Pêşerojê, li hola Şaredariya Gel a Şedadê yê herêma Cizîrê panelek bi navê "Na ji kîndariyê re… erê ji diyalog û tifaqa Sûriyeyan re" li dar xist. Nûnerên partî û tevgerên siyasî, saziyên civakî û şêx û rûspiyên pêkhateyên herêmê beşdar bûn.

EL MISLIT: DIYALOG RÊYA YEKANE YA AVAKIRINA SÛRIYEYA YEKGIRTÎ YE

Panel bi axaftina hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit dest pê kir. El Mislit diyar kir ku lidarxistina mîna van civînan di çarçoveya bihêzkirina hewaya tifaqê di navbera sûriyeyiyan de û vekirina kanalên diyalogan ku bikarin bandorên şer û parçebûnê ji holê rakin, girîng in.

El Mislit anî ziman ku jiholê rakirina gotinên nefretê destpêkeke rasteqîn a her tifaqeke sûriyeyî ya giştî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Nefret tevna civakî lawaz dike û parçebûnê di navbera pêkhateyan de kûr dike. Lê diyalog pira herî bihêz a be bi tifaq û avakirina siberojeke guncaw ve ye."

Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku pêşeroja Sûriyeyê hewceyî hewldanên hevbeş bi asteke bilind a berpirsyariyê ye.

Rûspiyê êla El Fadil şêx Elî Hemad El Esed jî bal kişand ser rola girîng a eşîran di birêxistinkirina civakê û bihêzkirina nixên lihevhatinê de û got: "Eşîr hîn jî mertalên ewlehiyê ne. Îro jî divê li hemberî gotinên ku yekitiya nîştimanî dixe bin gefan de rabin. Divê nirxên rêzdariyê werin sepandin ji ber welat bi hevgirtina hemûyan ava dibe."

El Esed diyar kir ku hêza civaka Sûriyeyê di hevgirtina pêkhateyên wê de û mîsogeriya istiqrara wê ye.

Di panelê de berpirsê Nîvîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Cizîrê Salih El Sobaa axivî û got, pêdiviya Sûriyeya nû bi xîtabeke nîştimanî ya giştî heye ku pêkhate jê neyê dûrxistin.

El Zabaa destnîşan kir ku pirrengiya Sûriyeya jêdera hêza ye, ne faktora parçebûnê ye. Her wiha anî ziman ku divê aştiya navxweyî were were bihêzkirin.

Rûsiyê eşîra El Milhim, Deham El Hirês jî behsa xîtaba dijber û banorên wê yên wêranker li ser civakê û hişyarî da ku ev xîtab aştiya navxweyî xirab dike û parçebûnê çêdike. El Hêrs banga diyalog û tifaqê li hemû aliyên sûriyeyî kir.

El Hirês bal kişand ser girîngiya çareserkirina dosyaya perwerdeyê wek kevirê bingehîn ê her ronesansekê û got: “Eger em dixwazin nifşek hişmend ava bikin, divê pergalek perwerdehiyê ya me hebe ku zarokên me ji fanatîzmê biparêze û nirxên hezkirin û rêzdariyê belav bike.”

Di dawiya panelê de endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Bêrîvan Elî encamên panelê xwendin.

Bêrîvan bal kişand ser van xalan: “QSD’ê hêza garantor a ewlehî û aramiya herêmê ye. Ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî ku hemû pêkhateyan bigire nava xwe xebat were pêşxistin. Redkirina gotinên nefretê yên medyayê, gotûbêjên siyasî, olî û perwerdeyî de jî red bikin. Ji bo pêşxistina çanda efûkirin û rêzdariyê û avakirina pira baweriyê di navbera hemû beşên civakê xebat were kirin. Piştgiriya însiyatîfên xwecih ên bi armanca pêşxistina îstiqrarê û avakirina hewayekî ewle ji bo teşwîqkirina lihevanîna civakî.”

(bb)

ANHA