Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê

Hişmendiya ku PKK’ê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêşxistiye, kesayet û civaka Kurd gihandiye astek polîtîk û ji xwe bawer. Li çar parçeyên welat bi sazûmanî û partiyan hêza xwe nîşan didin.

Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
Di siyaseta Kurdan de mohra PKK’ê
29 mijdar, 2025   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Têkoşîna 52 salan a bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, di siyaseta Kurd de rûpelek nû vekir. Nûbûna wê ewe ku kevneşopiyeke domdar û afrêner ava kiriye.

Siyaseta beriya PKK’ê zêdetirîn li derdora komele, malbat, oldaran û began hatiye meşandin. Jî tehlîl, pênase û amedekariyan zêdetir, li gorî buyerên herêmî şêwe girtiye û dîsa li gorî wan dawî bûye.

Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêvajoya beriya PKK’ê weke “Kurdayetiya kevneşop-Kurdayetiya dema navberê, Kurdayetiya navbera navberê” dabeş û pênase dike.

Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, her wiha li derveyî welat gelek tevger û partiyên Kurd hatibûn avakirin. Lê siyasetên wan bi erdnîgarî û derdoreke diyar re sînordar bûn. Lewma di nava civakê de belav nebûye.

Tevgera PKK’ê li ser lêkolîn û tehlîlên têkildarî tevgerên Kurdî, siyasetek nû ya piralî, domdar û li gorî rewşên konjonkturel xwe nû dike, ava kir.

KESAYET Û CIVAKEKE POLÎTÎK

Siyaseta PKK’ê gurçûpêçkirina kesayetan a di mijara têgihiştin û hişmendiyê de weke hêmaneke bingehîn esas girtiye. Lewma giranî daye xebatên siyasî yên di nava tevayî beşên civakê de. Weke encama vê xebatê jî kesayetek Kurd a ji xwe bawer û bi vîn derketiye holê. Civaka Kurd jî weke yek ji civakên herî polîtîk derketiye pêş. Asta xwendin, nivîsandin, lêkolîna li ser siyasetê, ji zarokên dibistanên navîn heta piraniya beşên civakê belav bû. Ji ber êrişên dijwar û têkoşîna piralî ya li hemberî van êrişan, kesên ku xwendina wan nebe jî êdî bi siyasetê re eleqeder bûn.

Têkoşîna PKK’ê û danehevên civaka Kurd rê li ber sazûmaniyeke siyasî ya piralî û domdar vekir. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, di bin navê partî, rêxistin, komele û saziyên cûr bi cûr de siyaseta ku îro li cîhanê weke muxatap tê girtin û dibe aliyekî çareseriyê hat meşandin.

Rêwîstiya li parçeyên Kurdistanê û derveyî welat vê rastiyê derdixe ber çavan.

BAKURÊ KURDISTANÊ

Bandora felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka salên 1990’an ve li Bakurê Kurdistanê weke sazûmaniyê xwe nîşan da.

7’ê Hezîrana 1990’î Pariya Kedê ya Gel (HEP) hat avakirin. Di hilbijartinên parlamentoyê yên 20’ê Cotmeha 1991’an de HEP’ê bi Partiya Sosyal Demokrat a Gelperest (SHP) tifaq çê kir û 21 kursî bi dest xistin. Parlamenterên HEP’ê di roja yekemîn a vekirina parlamentoyê de cudahiya siyaseta xwe nîşan dan. Parlamentera HEP’ê Leyla Zana, sonda parlamentoyê bi Kurdî û Tirkî xwend. Her wiha parlamenter Hatîp Dîcle jî got, “Em vê sondê di bin zexta Destûra Bingehîn de dixwînin”. Ev yek bû destpêka têkoşîna ku dê siyaseta Tirkiyeyê jî biguherîne.

Kevneşopa ku bi HEP’ê dest pê kir, li hemberî girtin û êrişan bi navên weke Partiya Azadî û Wekheviyê (ÖZEP - 1992), Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖZDEP-1992), Partiya Demokrasiyê (DEP - 1993), Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP- 1994), Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP- 1997), Partiya Civaka Azad (Partiya Azad – 2003), Tevgera Civakên Demokratîk (DTH - 2005), Partiya Civaka Demokratîk (DTP - 2005), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP- 2008), Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP - 2012), Partiya Çep a Kesk (YSP – 2012), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP – 2014), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî - 2023) berdewam kir.

Di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 1995’an de HADEP’ê nêzî milyonek û nîv deng girt, lê benda ji sedî 10 derbas nekir, lewma neket parlamentoyê.

Di hilbijartinên şaredariyan ên 1999’an de, HADEP’ê 37 şaredarî qezenç kir, di hilbijartinên parlamentoyê yê heman salê de jî milyonek û 482 hezar deng girt.

Di hilbijartinên 3’ê Mijdara 2002’an de, DEHAP’ê ji sedî 6.13 deng girt, lê ji ber benda ji sedî 10 nekete parlamentoyê.

Di hilbijartinên şaredariyan ên 28’ê Adara 2004’an de DEHAP’ê bi partiyên sosyalîst û çep ên Tirkiyeyê re “Yekîtiya Hêza Demokratîk” çêkir. Vê tifaqê bi giştî 69 şaredarî qezenç kirin.

DESTPÊKEKE NÛ: PERGALA HEVSEROKATIYÊ

DTP’ê di kongreya xwe de (2005) pergala hevserokatiyê da destpêkirin û bû yekemîn partiya ku li Tirkiyeyê pergala hevserokatiyê pêk anî. Aysel Tugluk û Ehmed Turk bûn hevserokên yekem.

Nûnerên siyaseta Kurd di hilbijartinên 2007’an de weke namzetên serbixwe ketin pêşbirkê û di encamê de 20 parlamenter şandin parlamentoyê.

Di hilbijartinên 2011’an de jî siyasetmendarên Kurd weke namzetên serbixwe hêza xwe nîşan dan. Di encama hilbijartinê de 36 parlamenter şandin meclîsê.

TIFAQA BI PÊKHATEYÊN DIN RE

Siyaseta ku li ser hîmê azadî, demokrasî û wekheviyê hat pêşxistin, bandora xwe li nava civaka Tirkiyeyê jî çêkir û rê li ber tifaqên nû vekir.

Weke encameke vê xebatê jî; Partiyên çep ên li Tirkiyeyê yên weke Partiya Şoreşger a Sosyalîst (SDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Sosyalîst a Ji Nû Ve Rizgariyê (SYKP), Partiya Keskan û Pêşeroja Çep di bin sîwaneya HDP’ê de kom bûn.

Tifaqa şoreşger û demokratîk cara yekem ji bo serokkomariya Tirkiyeyê namzet nîşan da. Di hilbijartinên serokkomariyê yên 2014’an de namzetê tifaqê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş 3 milyon 958 hezar û 48 deng wergirtin.

XWE WEK MUXATAB DA QEBÛLKIRIN

Siyaseta ku hertim rastî êriş, komkujî û girtinan hatiye, bi têkoşîna xwe ya piralî gihişt asteke ku dewlet wan muxatab bigire. Ev hêza ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan derket holê, ji aliyê dewletê ve weke aktorek sereke yê çareseriyê hat dîtin.

Ji sala 2013’yan heta Tîrmeha 2015’an di navbera dewletê û Rêber Abdullah Ocalan de hevdîtin hebûn. Di vê pêvajoyê de HDP weke aktorekê cih girt.

Di hilbijartina parlamentoyê ya 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP’ê ji sedî 13.12 deng girtin û bi derxistina 80 parlamenteran bû partiya sêyemîn a Tirkiyeyê. AKP’ê piştî 13 salan cara yekemîn nekarî bi tena serê xwe hikumetê ava bike. Biryar hat girtin ku hilbijartin 1’ê Mijdara 2015’an bên nûkirin.  

TEVÎ ÊRIŞAN JÎ…

Di vê demê de desthilata AKP’ê pêvajoya hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re hilweşand û êrişên piralî dan destpêkirin. 20’ê Tîrmehê 2015’an li navçeya Pirsûsa Rihayê li hemberî komek şoreşger, demokratên ku dixwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, êrişa bombeyî pêk hat û di encamê de 33 kes hatin qetilkirin. 10’Cotmeha heman salê li Enqereyê li hemberî Mitînga Aştiyê ya ji aliyê rêxistinên sivîl û pîşeyî yên Tirkiyeyê ve hatibû organîzekirin êrişên întixarî pêk hatin. Di êrişê de 109 kes hatin qetilkirin. Ev êriş bû bûyera herî bixwîn a dîroka Tirkiyeyê.

Tevî êriş û astengkirinan jî di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de HDP’ê ji sedî 10.76 deng girtin û 59 parlamenter şandin parlamentoyê.  

Dewleta Tirk, 4’ê Mijdara 2016’an heverokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlementer Idrîs Balûken, Sirri Sûreya Onder û 8 parlamenterên din girtin. Piştre girtinên siyasetmedaran û êrişên li dijî HDP’ê, li tevahiya bajaran belav bû.

Li gel her cûre binpêkirin, qedexe û fêlbaziyan jî HDP’ê di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 11.7 deng girt û 67 parlamenter şandin parlamentoyê.

Dewletê xwe li vê serkeftina HDP’ê ranegirt û 19’ê Tebaxa 2019’an şaredariyên Amed, Mêrdîn, Wan, 23’ê Adara 2020’an jî 34 şaredariyên din ên HDP’ê desteser kirin.

Di hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’an de Partiya Çep a Kesk weke sîwaneya partiyên çep û sosyalîst ket pêşbirkê û bi rêjeya ji sedî 9.00 a dengan 61 parlamenter derxistin.

Di hilbijartinên şaredariyan 31’ê Adara 2024’an de vê carê navê siyaseta Kurd û sosyalîst-demokratan DEM Partî bû. DEM’ê 75 şaredarî bidest xistin.

1’ê Cotmeha 2024’an Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Baxçelî bang li Rêber Abdullah Ocalan kir ku şerê çekdarî bi dawî bikin û li parlamentoyê siyasetê bike. Rêber Abdullah Ocalan jî 27’ê Sibata 2025’an banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. PKK’ê jî 5-7’ê Gulana 2025’an Kongra 12’emîn li dar xist û xwe fesîh kir.

Di vê pêvajoyê de DEM Partiyê jî roleke sereke girt ser xwe û bi Rêber Abdullah Ocalan re, her wiha bi saziyê dewletê re hevdîtinan pêk tîne. Her wiha di “Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ku li ser banga Rêber Abdullah Ocalan di 5’ê Tebaxa 2025’an de li parlamentoya Tirkiyeyê hate avakirin de, cih girt.

ROJAVA - SÛRIYE

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê-Sûriyeyê bû (1979), li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya siyasî dest pê kir. Li Rojava Kurdan ji salên 1956’an ve gelek partiyên siyasî ava kiribûn, lê cara yekem siyaseta ku tevayî pêkhateyan hembêz dike, hat meşandin.

Danahevên dehan salan 20’ê Îlona 2003’an bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi gewde bû. PYD bi xebatên xwe yên siyasî û dîplomatîk bû hêmanek sereke ya Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an.

Bi şoreşê re li gel pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek rêxistin û partiyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermeniyan hatin avakirin. Tevahiya pêkhateyan bi rêxistin û partiyên xwe di Rêveberiya Xweser de tên temsîlkirin.

Berfirehiya pêşketin û geşedanên siyasî yên li Rojava û Sûriyeyê, wê di beşa dosyaya me ya taybet a têkildarî vê herêmê de bê dayîn.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Rojhilatê Kurdistanê bû yek ji cihên ku tevgera azadiyê bandoreke mezin lê ava kiriye. Ji ber êriş û zextên rejîma Îranê, di çarçoveya hiqûqî de partî û rêxistinên siyasî nehatin avakirin. Lê li tevahiya herêmê hişmendiyeke siyasî bi pêş ket û bandor li siyaseta Îranê jî kir. Ji bilî tesîra li ser hilbijartinan têkoşîna li dijî feraseta desthilatdariyê jî deng veda. Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” wek encama vê yekê tê dîtin.

4’ê Nîsana 2004’an jî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat avakirin. Her çi qasî dewleta Îranê wê wek partiyeke derqanûnî pênase dike jî, îro li Rojhilatê Kurdistanê partiya ku herî zêde bandorê çêdike PJAK e.  

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – IRAQ

Tevgera Azadiya Kurdistanê ji salên 1980’yî ve li Başûrê Kurdistanê bi têkoşîn û siyaseta xwe cihekî girîng girtiye. Ji salên 1990’an ve jî bandora vê siyasetê weke avakirina partiyan derketiye pêş.

8’ê Hezîrana 1991’an Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hat avakirin, lê ji ber zextan desthilata herêmê neçar ma 1992’an dawî li xebatên xwe bîne.

5’ê Adara 2002’an Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) hat avakirin û heta 2014’an xebat domandin.

17’ê Cotmeha 2014’an PÇDK’ê kongreya xwe pêk anî û navê xwe wek Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) guhert. Tevgera Azadî ku li gorî yasayên Iraqê jî weke partiyek siyasî hat pejirandin, bi tifaqekî beşdarî hilbijartinên parlamentoyê yên 2021’an bû.

LI ŞENGALÊ RÛPELEKE NÛ

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrişî Şengalê kir û komkujî pêk anîn. Li ser vê yekê gerîlayên PKK’ê bi hewara Êzîdiyan ve çûn û pêşiya komkujiyek mezin girtin.

Li gel vê berxwedana dîrokî gelê Şengalê jî di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de xwe rêxistin kir û saziyên xwe ava kirin.

Hezîrana 2016’an Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) hat avakirin. PADÊ 30’ê Nîsana 2017’an ji aliyê dadgehên Iraqê ve bi awayekî fermî hat qebûlkirin.

Kanûna 2023’an, hilbijartinên encûmenên parêzgehê Iraqê hat lidarxistin. PADÊ jî beşdarî hilbijartinan bû û li parêzgeha Mûsilê kursiyek bi dest xist.

Li hemberî îradebûna civaka Êzîdî dewleta Tirk kete nava hewldanan û di encama zextên wê de dewleta Iraqê 1’ê Tebaxa 2024’an PADÊ qedexe kir. Lê Şengal bi sazî û dezgehên xwe yên din vîna xwe diparêz e.

(a)

ANHA