Ezmûnên edaleta pêvajoya veguhêz û rewşa Sûriyeyê

Li hin weletan ezmûnên edaleta pêvajoya veguhêz bi ser ketin, lê li hin welatên Ereban û yên biyanî têk çûn. Pirsa xwe dide der; gelo dê Sûriye sûdê ji ezmûnên serketî wergire yan dê bi xetereya dubarebûna şaşiyan re rû bi rû bimîne?

Ezmûnên edaleta pêvajoya veguhêz û rewşa Sûriyeyê
5 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî sal û nîvek di ser rûxandina rejîma Baasê (8 Kanûn 2024) re derbas bûn. Lê hîna jî gelek pirsgirêk li pêşiya pêvajoya edaleta veguhêz (derbasbûnê) hene. Li beramberî vê yekê bangên mexdûran û rêxistinên mafên mirovan ên bicihanîna sozan zêde dibin.

Tevî ku dezgehên têkildarî pêvajoya edaleta veguhêz û dozên kesên winda hatine avakirin, lê çavdêr diyar dikin ku serxistina vê pêvajoya girêdayî hêza van dezgehan a aşkerakirina rastiyan, hesabpirsîna qanûnî ji sûcdaran, dayîna tazmînatan ji mexdûran re, çaksazkirina saziyan e ku rêgezên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî yên der barê edaleta pêvajoya veguhêz de ne.

Di zêdetirî 14 salên şer de li Sûriyeyê binpêkirin û sûc hatin kirin, lewre jî pêkanîna rêgezên edaleta pêvajoya veguhêz wekî pêdiviyeke girîng tê dîtin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di pêvajoya şer û aloziya Sûriyeyê, bi sed hezaran sivîl hatin kuştin, hîna jî zêdetirî 100 hezar kes winda ne an hatine revandin. Rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê diyar dikin ku ji sala 2011‘an ve zêdetirî 171 hezar bûyerên girtin an jî windakirina bi zorê belge kirine, bi mîlyonan kes koçber û penaber bûne. Her wiha bi hezaran rewşên îşkencekirin û binpêkirinên mezin ên mafên mirovan hatin belgekirin.

Li gorî rewşa li ser erdê, pispor dibêjin madem ezmûnên welatên din ên çawaniya rêvebirina mîrateya binpêkirinan hene, hingî Sûriyeyê ne mecbûr e ku ji sifirê dest pê bike. Li gorî wan Sûriye dikare sûdê ji ezmûnên serketî yên welatan werbigire. Bo nimune, piştî 2003‘an Iraq dest bi hesabpirsîna ji sembolên rejîma Baasê kir û bi rêya dadgehên bilind ên cezayan ên xwecih sembolên rejîmê darizandin û siyaseta rakirina ji kokê ya Baasê pêk anî. Lê hejmarek lêkolîner û dezgehên Neteweyên Yekbûyî aşkera dikin ku nebûna lihevhatina nîştimanî û çaksazkirina giştî ya saziyan bû sedema kûrbûna parçebûna siyasî û mezhebî. Ev rewş jî bû sedem ku edaletî li cem beşek ji civakê wekî hilbijartî were dîtin û di salên piştre jî bandorek neyînî li ser aramiya welat kir.

Li Tûnisê jî piştî serhildana 2011‘an Desteya Heqîqet û Rûmetê hat avakirin. Desteyê zêdetirî 62 hezar dosyayên girêdayî binpêkirinên mafên mirovan ku di navbera salên 1955 û 2013‘an de hatine kirin çareser kirin. Her wiha rûniştinên guhdarkirinê hatin lidarxistin û pêşniyar hat kirin  ku reforum pêk were û tazmînata ji mexdûran re werin dayîn. Lê nebicîhanîna pêşniyaran û nakokiyên siyasî bandora vê ezmûnê sînordar kir. Ew kir mînakek ku bêyî îradeya siyasî ya ji bo temamkirina pêvajoyê, avakirina saziyan tenê têrê nakê.

Li Mexribê jî di sala 2004‘an de Desteya Edalet û Lihevanînê hat avakirin ku binpêkirinên "Salên Guleyê" lêkolîn kir û li hezaran qurbaniyan guhdarî kir. Desteyê her wiha biryar da ku tazmînat ji mexdûran re were dayîn û îslahên qanûnî û saziyan were pêkanîn. Ev ezmûn bû ya yekemîn li cîhana Ereban ku binpêkirinan nas dike û tazmînatan dide.

Li Afrîkaya Başûr jî, piştî ku pergala cudakariya nîjadî (Apartheid) di sala 1994‘an de bi dawî bû, di sala 1995‘an de Komîsyona Rastî û Lihevhatinê hate damezrandin. Di sala  paş de dest bi xebatên xwe kir. Komîsyonê guh da hezaran qurbanî û kesên ku sûc kiribûn. D di navbera eşkerekirina rastiyê û gengazbûna dayîna efûyek bi şert de girêdan çêkir; şert jî ew bû ku sûcdar bi tevahî sûcên xwe îtiraf bike. Ev rêbaz bû sedema kêmkirina hestên tolhildanê û piştgirîkirina veguhestina welat bo pergala demokratîk.

Di sala 1994‘an de li Rwandayê jenosîdeke mezin rû da. Di nava 100 rojan de 800 hezar kes hatin kuştin. Tevî dadgeha navneteweyî, dadgehên herêmî yên "Gacaca" jî hatin bikaranîn. Ev dadgeh nêzîkî 2 milyon doz nirxandin û di bilezkirina hesabpirsînê û ji nû ve entegrekirina civakê de rolek girîng lîstin, her çend hîn jî li ser hin aliyên vê ezmûnê nîqaş berdewam e.

Li Bosnayê û Hersekê her çend bi dehan berpirsiyarên sûcên şer li ber Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya berê û dadgehên herêmî hatin dadmendkirin jî, lê berdewama dabeşbûna siyasî û nakokiyên li ser vegotineke dîrokî nîşan dide ku dadgeh tenê ji bo bidestxistina lihevhatineke mayînde têrê nake, divê reformên sazûmanî û civakî jî werin pêkanîn.

Ezmûnên Iraq, Mexrib, Tûnis û Bosna û Hersekê nîşan didin ku sînorkirina xwe bi hin aliyên bingehîn ên dadperweriya veguhestinê (transitional justice), bêyî ku hemû pêvajoya wê bê temamkirin, dikare bandora wê kêm bike. Her çend ev ezmûn alîkar bûn ji bo naskirina binpêkirinan an jî hesabpirsîna hin berpirsiyaran, lê wan nekarîn dabeşbûna civakî bi dawî bikin an jî lihevhatineke mayînde pêk bînin. Ev yek girîngiya têkildana berpirsiyariyê, jêbirina zirarê û reformkirina sazûmanan ji bo aramiya dirêjdem nîşan dide.

Bicihanîna hin alî û bingehên edaleta pêvajoya veguhêz bi awayekî sînordar bêyî temamkirina çareserkirina pirsgirêkên dîtir dikare bandora wê kêm bike. Her çend ev ezmûn binpêkirin nas kiribin û hesab ji hin berpirsên wan xwestibe jî, lê nekarîn dabeşbûna civakî bi dawî bikin an jî lihevhatineke mayînde pêk bînin. Li vir jî girîngiya pêkanîna hesabpirsînê, dayîna tazîmaetan, çaksazkirina saziyan ji bo aramiya mayînde nîşan dide.

Li beramberî wê ezmûnên Afrîkaya Başûr û Rwandayê nîşan didin ku edaleta pêvajoya veguhêz dema ku bi aşkerekirina rastiyê, hesabpirsîna ji sûcdaran û beşdarkirina qurbaniyan di pêvajoya edaletê de were girêdan, hingî dikare dabeşbûnê ji holê rake û baweriyê di nav civakê de ji nû ve ava bike. Lê belê, di her du welatan de jî nîqaş li ser sînorên efûyê û garantiyên dadgehkirinê hîn jî berdewam e.

Neteweyên Yekbûyî di boneyan de der barê van ezmûnan de diyar dike ku ku her çendî ev ezmûn ji hev cuda bin jî, di rastiyekê de hevpar in. Destnîşan dike ku sîfeteke yekgirtî ya edaleta pêvajoya veguhêz tune ye, lê  belê prensîbên giştî hene ku divê li gor şert û mercên her welatekî bêne guncandin û bingehên wê yên sereke an ku aşkerakirina rastiyê, hesabpirsîn, dayîna tazîmatan, çaksazkirina saziyan û beşdarkirina qurbaniyan di pêvajoyê de  werin parastin.

Hiqûqnas diyar dikin kir ku paşguhkirina van ezmûnan dikare bibe sedema pevçûnan li Sûriyeyê. Ji ber ku nebûna hesabpirsînê û aşkeranekirina çarenûsa windabûyiyan, an jî derengxistina reformkirina sazûmanan, dikare nebaweriya di navbera civak û dewletê de kûrtir bike, cudahiyan xurtir bike û derfetên aramiya mayînde tune bike. Her wiha destnîşan dikin ku sûdwergirtina ji ezmûnên navneteweyî nayê wateya kopîkirina wan, lê avakirina modelek sûriyeyî ya li ser bingeha pîvanên navneteweyî û girtina li ber çavan a taybetmendî û cihêrengiya civaka Sûriyeyê girîng e, da ku edaleteke berfireh ji tevahî qurbaniyan re bêyî cudahî were bidestxistin.

Sibe: Welatî edaleteke çawa dixwazin?

(bb)

ANHA