‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya kantona Firatê û xwişka şehîd Şîlan Kobanê got şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad û soza domandina xeta şehîdan da.

‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
‘Şehîd Şîlan bûye mînaka têkoşeriya jinên azad’
29 mijdar, 2025   06:05
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) 29’ê Mijdara 2004’an bi komployekê hevbeş a rejîma Baasê û dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mûsilê yê Iraqê hatin şehîdxisitin.

Bi wesîleya salvegera 21`emîn a şehadeta şehîd Şîlan Kobanê, hevseroka Meclisa PYD’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl û xwîşka şehîd Şîlan ku endama Komîteya Navendî ya PYD`ê ye Qudret Baqî li ser kesayek û têkoşîna şehîd Şîlan ji ANHA’yê re axivîn.

ŞEHÎD ŞÎLAN PÊŞENGA JINAN BÛ

Bêrîvan Îsmaîl di destpêka axaftina xwe de şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi bîr anîn û got: "Em ê bi hemû hêza xwe şopdarên xeta şehîd Şîlan bin û xewnên wê pêk bînin. Şîlan pêşenga jinan bû û xeta me mezintir kir."

Bêrîvanê bi bîr xist ku di sala 2003’yan de PYD`ê bi dilsoziya gelek kesan hate avakirin û diyar kir ku şehîd Şîlan di mercên zor û zehmet de têkoşîn û berxwedaneke bêhempa da maşandin û armanca dagirkeran a li ser gel têk bir.

Di dewama axaftinê de Bêrîvan Îsmaîl wiha got: "PYD ne hêzeke leşkerî ye. PYD`ê bi siyasî û dîplomatîk dixebite da ku şer rawestîne û hemû pirsgirêkan çareser bikin. Bi rihê şehîd Şîlan, îro em beşdarî kongreyên siyasî dibin. Armanca me avakirina civakeke wekhev, adilane û demokratîk e."

Bêrîvanê diyar kir ku şehîd Şîlan keçeke bajarê Kobanê ye, wê soza xwe ji bo nasname û mafên gelê xwe û bi taybet ji bo rakirina desthilatdariya li ser jinan soza xwe da û derbasî çiyayên azad bû û wiha got: "Gelek jinan navê şehîd Şîlan li xwe kiriye û bûn sembola hêz û eşqa azadiyê. Em îro wek jin bi saya ked û têkoşîna şehîd Şîlan Kobanê, me cihê xwe di hemû qadên siyasî û dîplomatîk de girtiye û jin digihêjin azadiya xwe."

Di dawiya axaftinê de, Bêrîvan Îsamîl got: "Em ê xwedî li keda şehîd Şîlan derkevin û sopdarên rêya wê bin. Em ê kar û xebatên xwe xurtir bikin da ku Sûriyeke wekhev, adilane, demokratîk û nenavendî ava bikin. Em ê xeyalên şehîd Şîlan pêk bînin."

‘ISRARA WÊ TENÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛ’

Xwişka şehîd Şîlan Kobanê û endama Komîteya Navendî ya PYD`ê Qudret Baqî diyar kir ku şehîd Şîlan ji zarokatiya xwe ve bi hêz, rih û daxwaza azadiyê tev digeriya û ev tişt anî ser ziman: "Şehîd Şîlan her tim dixwest beşdar bibe, ne tenê di têkoşînê de, di heman demê de di perwerdeyan,  rûniştin û nîqaşan de jî bi xurtî beşdar dibû. Şehîd Şîlan di temenekî biçûk de ji tevgera azadiyê hez dikir. Armanca wê ew bû bibe gerîla. Her bi israr û hêza xwe dixwest tev li qada têkoşîna azadiyê bibe."

Qudretê da zanîn ku şehîd Şîlan di dibistanê de ya herî serkeftî bû û got: "Bi qelema xwe zengîn bû, bi zanîn û israra xwe dixebitî. Di malê de şehîd Şîlan a mezin bû, di navbera me de xwişkek heye. Malbata me di 1981’an tevgera Apoyî nas dike. Şîlan di refên 5 û 6’an de tevgera azadiyê hêdî hêdî nas kir. Piştre xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî kir. Şîlanê ez û hevalên xwe li hev kom dikirin û bi dizî em fêrî zimanê kurdî dikirin."

‘HÊZ, VÎN, TÊKOŞÎN, BERXWEDAN Û EŞQA AZADIYÊ DI ÇAVÊN WÊ DE DÎT’

Qudretê destnîşan kir ku şehîd Şîlan li hember desthilatdar û koletiyê rabû û berxwedanake bê hempa da meşandin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ez û Şîlan bi qasî ku bi hev re bûn, em wekî du can di dilekî de bûn. Em bi hev re perwerde dibûn, bi hev re pirs û bersiv dikirin û bi hev re di jiyanê de jiyana azadî û wekhev jiyan. Di sala 1991’an de Şîlanê berê xwe da çiyayên azad. Piştî 14 salan min û Şîlanê hev dû dît. Dema çavê min lê diket, min hêz, vîn, têkoşîn eşqa azadiyê dît. Şehîd Şîlan pêşenga jinan bû û hem jî nivîskar bû. Heval li dora xwe perwerde dikir û rêya azadiyê nîşanî wan dida."

Di dawiya axaftinê de Qudret Baqî bang li jnan kir ku xeta şehîdan bişopînin û xeyalên wan bi cih bînin û got: "Şehîd Şîlan ji tevahiya jinan re bû mînaka têkoşîn û azadiyê.”

Şîlan Kobanê sala 1971’an li Kobanê jidayik bû. Dema hîn 5 salî bû malbata wê ji ber rewşa aborî ya nebaş koçî Helebê dike. Şîlan hîn di 9 saliya xwe de, di sala 1980’yan de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Her ku mezin dibe lêgerîna wê jî mezin dibe û hezkirineke mezin nîşanî raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dide. Ji ber welatparêziya malbatê û xebatên dikin, Şîlan Kobanê hîn di 12 saliya xwe de ji aliyê rejîma Baasê ve tê girtin.

Şîlan Kobanê di Tebaxa 1988’an de beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Tevî 4 hevalên xwe diçe Lubnanê. Li ser sînorê Sûriye û Lubnanê tên girtin û 2 mehan girtî dimînin. Şîlan Kobanê salekê di kampên Lubnanê de li cem Rêber Abdullah Ocalan dimîne. Di destpêka sala 1991’an de derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Di sala 1999’an de, bi biryara ku di duyemîn kongreya partiyê de tê dayîn, PJKK’ê tê avakirin. Bi avakirina fermî ya Tevgera Jinan re Şîlan Kobanê di rêveberiya tevgerê de cih digire. Di sala 2003’yan de kongreya PYD’ê tê lidarxistin ku Şîlan Kobanê jî beşdarî vê kongreyê dibe. Şîlan di kongreyê de wek endama Komîteya Navendî ya PYD’ê tê hilbijartin. Di sala 2004’an de jî Şîlan Kobanê li ser daxwaza rêxistinê tê Rojavayê Kurdistanê û xebatên rêxistinî bi rê ve dibe û li gelek herêmên Sûriyeyê di nava gel de xebatên birêxistinkirinê dimeşîne.

Şîlan Kobanê ji bo xebatên PYD’ê derbasî Iraqê, bajarê Mûsilê dibe. Îstixbarata Baasê dikeve nav tevgerê û li dijî Şîlan Kobanê komployekê bi rêxistin dike. 29’ê Mijdara 2004’an dema ku li sînorê Iraq-Sûriyeyê li ser erka xwe bû, di encama reşkujiyekê de tê qetilkirn û şehîd dibe. Şîlan Kobanê tevî 4 hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl şehîd dibin.

(bb)

ANHA