Di sala 2025’an de çi qewimî: Pêşketinên li Sûriyeyê

Di sala 2025’an de piştî hilweşîna rejîma Baasê, hikumetê ji bo xurtkirina kontrolê li Sûriyeyê hewlên xwe kirin ku ev yek bi paşguhkirina siyasî û bandorên civakî yên wekî zêdebûna tundî, tundrawiyê û cudabûna helwestên navneteweyî re hat.

Di sala 2025’an de çi qewimî: Pêşketinên li Sûriyeyê
22 kanûn, 2025   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 2025’an ji bo Sûriyeyê bi encamên bûyerên ku di dawiya sala 2024’an de qewimî an ku an ku hilweşîna rejîma Baasê, dest pê kir. Geşedanên siyasî û meydanî yên herî berbiçav ên ku li welêt qewimîn çi bûn?

Geşedanên sereke yên siyasî û meydanî li gorî rêzê:

3’yê Çile: Wezîrê karên derve yê Fransayê, ji Şam daxwaza "çareseriyeke siyasî" bi Kurdan re kir. Fransa û Almanyayê teqezî li ser pêwîstiya veguhastineke aştiyane û berfireh a desthilatdariyê li Sûriyeyê kirin.

10’ê Çile: Yekitiya Ewropayê şert danî ku ji bo sivikkirina cezayan gav bi gav divê “pêşketineke berbiçav” were bidestxistin.

10’ê Çile: Hêzên rojavayî hişyarî dan Şamê ku cîhadîstên biyanî di nava artêşê de erkdar neke.

17’ê Çile: Karmendên ku ji aliyê rayedarên hikumeta veguhêz ve ji kar hatine avêtin banga xwepêşandanê kirin.

18’ê Çile: Yekitiya Ewropayê pakêtek alîkariyê ya bi qîmeta 235 milyon euro pêşkêşî Sûriyeyê kir.

27’ê Çile: Hêzên girêdayî hikumeta veguhêz di 3 rojan de li gundewarên Humsê 35 kes înfaz kirin.

28’ê Çile: Piştî hilweşîna rejîma Baasê cara yekem... şandeyeke bilind a Rûsyayê gihaşt Sûriyeyê.

29’ê Çile: El Şeri di qonaxa veguhêz de serokatiya herêmên di bin kontrola hikumetê de girt ser xwe û destûr rawestand.

3’yê Sibatê: 18 kes di teqîna otomobîleke bombekirî de li bajarê Minbicê, li bakurê Sûriyeyê, hatin kuştin.

4’ê Sibatê: Bêyî merasîmên pêşwaziyê yên fermî, serokkomarê Tirkiyeyê pêşwaziya El Şari kir.

13’ê Sibatê: Li Parîsê konferansek navneteweyî li ser Sûriyeyê pêk hat.

24’ê Sibatê: Yekitiya Ewropayê hin cezayên ku li ser sektorên sereke yên aborî yên Sûriyeyê hatibûn ferzkirin rawestand.

24’ê Sibatê: Fraksiyonên xwecih li Siweydayê avakirina mecliseke leşkerî ragihand.

25’ê Sibatê: Hikumeta veguhêz bêyî beşdarbûna çalakvan, tevger û pêkhateyên Sûriyeyê konferansek "diyalogê" li dar xist.

3’yê Adarê: Êrişên hewayî yên Îsraîlê derdora Tartusê kirin hedef, Tel Avîvê ragihand ku wan baregeheke leşkerî kiriye armanc.

6’ê Adarê: Hêzên hikumeta demkî êrişî Elewiyan kir, di encamê de hezar û 383 kes li hundir û li beravên Sûriyeyê hatin kuştin.

10’ê Adarê: Welatên cîranên Sûriyeyê di civîneke pêncalî de li Emmanê hişyarî dan vegera DAIŞ’ê.

10’ê Adarê: Peymanek ji 8 xalan di navbera Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz de hate îmzekirin.

11’ê Adarê: Îsraîlê li Deraayê, başûrê Sûriyeyê, 17 êrişên hewayî pêk anîn.

13’ê Adarê: Hikumeta Fransayê hişyarî da ku eger binpêkirin berdewam bikin, ew ê cezayan li ser Sûriyeyê raneke.

13’ê Adarê: Kanadayê cezayên xwe yên li ser Sûriyeyê sivik kirin û "hovîtîyên" li dijî sivîlan şermezar kirin.

13’ê Adarê: Hikumeta veguhêz deklarasyoneke destûrî ya 5 salan derbasdar pejirand û Konseya Ewlehiya Neteweyî bi serokatiya Şeri ava kir.

17’ê Adarê: Piştî pevçûnên li ser sînor, Şam û Beyrûtê li ser agirbestê li hev kir.

25’ê Adarê: Êrişa Îsraîlê li nêzîkî Derayê û topbarankirina baregehên leşkerî yên Sûriyeyê yên Tudimir û T4.

29’ê Adarê: Ehmed El Şeri avakirina hikumeteke nû ragihand.

31’ê Adarê: Li herêmên Humis û Tartusê 12 sivîl ku piraniya wan Elewî bûn, hatin kuştin.

1’ê Nîsanê: Di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin.

3’yê Nîsanê: Îsraîlê êrişên nû li dijî herêma El Kiswah li gundewarên Şamê pêk anîn.

4’ê Nîsanê: Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikumetê kir ku berpirsyarên kuştina girseyî li beravê werin cezakirin, misoger bike.

12’ê Nîsanê: Erdogan di hevdîtina xwe ya bi El Şeri re, êrişî Îsraîlê kir û anî ziman ku ew "dixwaze şoreşa li Sûriyeyê têk bibe".

22’yê Nîsanê: Serokên payebilind ên tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînî hatin girtin.

25’ê Nîsanê: Di êrişên hêzên hikumeta veguhêz de li navenda Sûriyeyê herî kêm 11 Elewî hatin kuştin.

30’ê Nîsanê: Li nêzîkî Şamê li Eşrefiya Sahnaya Durzî pevçûnên mezhebî dest pê kirin û li Ceramana rawestiyan.

30’ê Nîsanê: Artêşa Îsraîlê li derdora Şamê êrişeke hewayî da destpêkirin ku Netanyahu wekî "operasyoneke hişyariyê" bi nav kir.

1’ê Gulanê: Şêx Hîkmet El Hicrî daxwaza destwerdana lezgîn û rasterast a navneteweyî ji bo parastina sivîlan li Sûriyeyê kir.

2’yê Gulanê: Îsraîlê ragihand ku wan deverek nêzîkî qesra serokatiyê li Şamê bombebaran kiriye û soz da ku Durziyan wan biparêze.

3’yê Gulanê: Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew li başûrê Sûriyeyê bi cih dibe da ku rê li ber "hêzên dijmin" bigire ku bikevin herêmên Durziyan.

7’ê Gulanê: Ehmed El Şari, ji Parîsê axivî, daxwaza rakirina sezayên li ser Sûriyê kir.

9’ê Gulanê: Xwendekareke elewî ji Humisê hate revandin û ji nişkê ve "zewicî û şerpe li xwe kiribû" hate dîtin.

14’ê Gulanê: Donald Trump li Erebistana Siûdî bi Ehmed El Şera re civiya û ew vexwend ku tev li Peymanên Îbrahîm ên bi Îsraîlê re bibe.

28’ê Gulanê: Îsraîlê ragihand ku "arşîva fermî ya Sûriyeyê" ya sîxur Eli Cohen hatiye bidestxistin.

19’ê Gulanê: Ji ber teqîna otomobîleke bombekirî li nêzîkî qereqoleke polîsan li bajarê El Meyadînê li rojhilatê welêt hejmarek hate kuştin.

20’ê Gulanê: Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da ku desthilata veguhêz dikare çend hefteyan hilweşe û şerê navxweyî yê giştî dûr be.

21’ê Gulanê: Karwanekî alîkariyên mirovî ji herêmên Rêveberiya Xweser gihaşt deverên Beravê yên Sûriyeyê.

29’ê Gulanê: Yekitiya Ewropayê ji ber komkujiyên li Beravên Sûriyeyê li ser Ebû Emşa û Bulad siza danî.

10’ê Hezîranê: Li Berav û hewzên avjeniyê qaîdeyên nû ji bo cilên girtî hatin ferzkirin.

22’yê Hezîranê: Êrişeke xwekujî li dijî Dêra Mar Elias a li herêma Douilaa ya Şamê pêk hat.

25’ê Hezîranê: "Seraya Ansar El Sunna" berpirsiyariya teqîna dêrê li Şamê girt ser xwe û Patrîk Yazigi rexne li hikumeta şerîetê kir.

7’ê Tîrmehê: Li Lazqiyê agirên “karesatbar” pêk hatin di encamê de bi hezaran hektar daristanan dişewitîn.

9’ê Tîrmehê: Hevdîtinek di navbera fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk û Ehmed El Şari de bi amadebûna nûnerê amerîkî Tom Barrack pêk hat.

14’ê Tîrmehê: Di pevçûnên navbera komên Durzî yên herêmî û eşîrên bedewî yên ku bi hêzên hikumeta veguhêz re êrişî Siwêdayê kirin de bi dehan kes hatin kuştin.

14’ê Tîrmehê: Artêşa Îsraîlê êrişî "çend tankan" kir û piştrast kir ku ew ê destûrê nede "gefeke leşkerî" li başûrê Sûriyeyê.

16’ê Tîrmehê: Îsraîlê baregeha Serfermandariya Giştî li Şamê kir armanc.

19’ê Tîrmehê: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li başûrê Sûriyeyê di navbera Îsraîl û Şamê de rêkeftineke agirbestê hatiye kirin.

19’ê Tîrmehê: Di encama tundiya hêzên hikumeta veguhêz li dijî niştecihên Siweydayê de hezar û 200 kes hatin kuştin. Hikumeta veguhêz agirbestek "tavilê" ragihand.

26’ê Tîrmehê: Bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li Parîsê di navbera rayedarên Sûriyeyê û Îsraîlê de dan û standin çêbûn.

31’ê Tîrmehê:  Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî ragihand ku lihevkirin bi Moskovê re li ser nirxandina peymanên berê çêbû.

8’ê Tebaxê: Li Hesekê konferansa pêkhateyên Sûriyeyê hat lidarxistin.

9’ê Tebaxê: Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji dan û standinên Parîsê veşikiya. Bi vê yekê  diyaloga bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têk bir.

14’ê Tebaxê: Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku tundiya li peravên Sûriyeyê dibe ku bibe sûcên şer.

29’ê Tebaxê: Bi zorê malbatên Elewî ji taxa El Sumeriye ya Şamê hatin koçberkirin.

3’yê Îlonê: Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku hêzên hikumeta Sûriyeyê û hêzên girêdayî  wê 46 Durzî li Siwêdayê îdam kirin.

11’ê Îlonê: Piştî serdana fermandarê hêzên hewayî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bo Tirkiyeyê, Îsraîlê êrişên hewayî li ser Hums, Lazqiye û Palmîrayê kirin.

12’ê Îlonê: Enqere behsa destpêkirina perwerdekirina hêzên hikumeta veguhêz kir.

13’ê Îlonê: Ehmed El Şeri destpêkirina dan û standinan bi Îsraîlê re ji bo gihaştina rêkeftineke ewlehiyê ragihand.

20’ê Îlonê: Li gundê Um El Tinah ê Dêr Hafirê 7 sivîl di encama bombebarana hêzên hikumeta veguhêz de hatin kuştin.

21’ê Îlonê: Ehmed El Şeri beşdarî civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bû.

5’ê Cotmehê: Hikumeta veguhêz di nav rexneyên li ser mekanîzmaya tayînkirinê de yekem parlamentoya xwe ava kir.

6’ê Cotmehê: Komên ku di bin sîwana hikumetê de tev digerin, êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.

7’ê Cotmehê: Piştî civînek li Şamê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz de li ser "agirbestê" rêkeftinek hat îmzekirin.

15’ê Cotmehê: Ehmed El Şeri bi Pûtîn re civiya û niyeta welatê xwe ya ji nû ve nirxandina têkiliyên xwe bi Moskovê re piştrast kir.

23’yê Cotmehê: Piştî pevçûnên li Idlibê, rayedarên Sûriyeyê bi cîhadîstên fransî re li ser agirbestê rêkeftinek îmze kir.

5’ê Mijdarê: Raya giştî piştî bilindkirina bacên elektrîkê bi hêrs bûn.

6’ê Mijdarê: Konseya Ewlehiyê ya NY’yê bi zexta Amerîkayê qedexeya li ser Ehmed El Şeri û wezîrê navxweyî rakir.

10’ê Mijdarê: Ehmed El Şari li Qesra Spî bi Trump re civiya û bi koalîsyona navneteweyî re peymanek "hevkariya siyasî" îmze kir.

19’ê Mijdarê: Netanyahu hêzên Îsraîlî yên li başûrê Sûriyeyê şopand û Şamê ev tevger şermezar kir.

23’yê Mijdarê: Ciwanên ji eşîrên bedewî li Humsê texrîbat li mal û milkên Elewiyan kirin.

25’ê Mijdarê: Bi hezaran xwepêşandêr li herêma peravê êrişên li ser Elewiyan şermezar kirin.

28’ê Mijdarê: Îsraîlê êrişî herêma Beyt Cin a gundewarên Şamê kir.

13’ê Kanûnê: Êrişek xwekuj li dijî dewriyeyeke amerîkî li herêma Palmyra ya Sûriyeyê pêk hat.

(ac)

ANHA