Çima pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye?

Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye, ji ber ku ji aliyê siyasî ve aramî li Sûriyeyê nîn e. Bi terzê navendî Sûriyeyê bi rê ve dibin û pirrengiya neteweyî, çandî û olî nas nakin. Divê hevpeymana neteweyî berfirehtir were nivîsandin û ji nû ve têkiliya di navbera dewlet û civakê de bi rêxistin bike.

Çima pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye?
5 hezîran, 2026   03:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Sûriyeyê dê di demeke nêz de civîna xwe ya yekem li dar bixe. Sûriyeyî mîna her pêvajoyê niha jî pêdiviya xwe bi destûreke nû dibînin û li ser nîqaşan kirin.

Destûra Sûriyeyê ji destpêka avakirina dewleta Sûriyeyê û piştî rûxandina Împaratoriya Osmanî, her tim li ser tê nîqaşkirin. Li Sûriyeyê her tim pevçûn li ser nasnameya dewletê û teşeyê sîstema siyasî çêdibin. Di encama wê de li Sûriyeyê guhertin û derbe çêbûn.

Destûra yekem a Sûriyeyê sala 1920`an di wextê qral Feysel (Qraltiya Sûriyeya Erebî) de hate nivîsandin.

DESTÛRA QRALTIYA SÛRIYEYA EREBÎ YA 1920’AN

Di destûra Qraltiya Sûriyeya Erebî ya 1920`an de feraseta hemwelatîbûnê derketiye pêş û cudahî nexistine navbera pêkhate, netewe û olan de. Di madeya 10’an de hatiye nivîsandin “Hemû ferdên li Qraltiya Sûriyeya Erebî sûriyeyî ne.” Bi vê madeyê re hewl dane ku nasnameyeke siyasî ya her kesî digire hundirê xwe, ava bikin.

Her wiha di destûrê de rêgeza wekheviya qanûnî ya welatiyan hatiye danîn. Di madeya 11’an de tê gotin “Sûriyeyî li pêşiya qanûnan di maf û erkên xwe de wekhev in.” Di vê madeyê de girîngî dane feraseta welatîbûna sivîl. Di destûrê de behsa pêkhateyên neteweyî wekî Kurd, Suryan û Aşûr nekirine û serbixwe mafên wan ên siyas û çandî nedane.

Di aliyê olî de di destûrê de hatiye îfadekirin ku hemû bawerî dikarin merasîmên xwe yên olî azad pêk bînin. Di madeya 14’an de wiha hatiye gotin “Nabe ku azadiya ol û baweriyan were binpêkirin û mersîmên olî werin qedexekirin.” Di destûr de garantiya qanûnî dane hemû olan weke Xirstiyan, Durzî û Elewiyan.

Dibe ku di destûrê de garantiya wekheviya sûriyeyiyan di her warî de dabin lê di nava dewletê de û diyarkirina ola qralê dewletê de nasnameya neteweyî û olî dane pêş. Navê dewletê `Qraltiya Sûriyeya Erebî` ye û şert e ku qralê dewletê misilman be.

Di destûra 1920`an hewldan ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di bin nasnameya hemwelatiya neteweyî ya yekbûyî ya Sûriyeyê li hevdû kom bibin. Di destûrê de pirrengiya neteweyî û mafên pêkhateyên ne ereb nehatiye dayîn. Destûra 1920’an dirêj nekir û Frensayê Sûriyeyê dagir kir. Sala 1928`an destûreke nû ji bo Sûriyeyê nivîsandin lê belê ev destûr ji ber destwerdana rayedarên mêtingehê bi temamî pêk nehat.

DESTÛRA MÊTINGEHA FRANSAYÊ YA 1928’AN

Projeya destûrê sala 1928`an di dema mitîngeha Frensa de veguherî destûra sala 1930. Di vê destûrî de girîngî dane feraseta hemwelatiya yekitiya Sûriyeyî. Tê behsa pêkhateyên Sûriyeyê weke Kurd, Suryan û Aşûriyan nekirine.

Di madeya 6’an a destûrê de hatiye gotin “Sûriyeyî di qanûnê de wekhev in. Her wiha ew di mafên sivîl û siyasî de jî yek in.” Aliyê ol û bawerî de di madeya 12’an de hatiye nivîsandin “Azadiya baweriyê mutleq e. Dewlet rêz dide hemû ol û mezheban, hemû ol di pêk anîna merasîmên xwe yên olî de azad in.”

Di destûrê de hemû ol û bawerî Misilman, Xiristiyan, Durzî, Elewî û hwd qanûnî hatine naskirin.

Di madeya 13’an de hatiye gotin “Dewlet rêz dide rewşa kesane û berjewendiyên olî yê hemû mezheban.” Di destûrê de û bi awayekî qanûnî pirrengiya olî, saziyên olî yên mezhebên li Sûriyeyê naskirine lê belê yekitiya dewletê û saziyên siyasî were parastin.

Destûrê 1928-1930 hewl da ku denge têxe navbera nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê û pirrengiya ol ya li welat. Lê belê di destûr de pirrengiya neteweyî û ziman nasnekiriye. Hemwelatiya wekhev a hemû Sûriyeyiyan derxistin pêş. Mafên komî nedan û ji bo neteweyên dîtir ên ne ji neteweya ereb qanûnên taybet di destûrê de diyar nekirin.

DESTÛRA PIŞTÎ RIZGARIYÊ YA 1950’YÎ

Piştî rizgariya Sûriyeyê ji mitîngeha Frensayê destûra sala 1950 derket. Destûrê sala 1950 di dîroka Sûriyeyê de destûra herî zêde demokratîk bû. Navê Sûriyeyê bû `Komara Sûriyeyê` , her wiha di destûrê de hate nivîsandin pirrengiya siyasî û cûdakirina desthilatan. Prensîba serweriya gel rasterast hate pejirandin. Di madeya 2’yan tê gotin `Serweriya Gel`, eger em bidin ber sîstemên ku desthilatdariyê dixin destê serwer û saziyên leşkerî de, ev guhertineke girîng bû.

Di destûrê de deshilat cûda kirin û parlamen her tiştî birêve dibe. Parlamen dikare desthilata rêveber bişopîne û hikûmetê li pêşiya meclisa nûneran lêpirsîn bike û di rêvebirina karûbarên giştî rol bide saziyên ku hatine hilbijartin.

Ji bo maf û hiqûqan di madeya 14’an de hatiye gotin “Sûriyeyî di maf û erkan de li pêşiya qanûn wekhevin.”

Di madeya 15’an de hatiye gotin “Azadiya kesayetî tê parastin û nabe kesek ji derveyî qanûnan were girtin.”

Ji bo parastina azadiyên giştî di madeya 17’an de wiha gotin “Azadiya baweriyan û merasîmên olî lidar xistin. Di madeya 18’an de hatiye gotin “Di çarçoveya qanûn de azadiya nêrîna xwe bînin ziman, binîvsînin û azadiya rojnamevanî û çapkirin.”

Her wiha di destûra 1950 maf ji bo hemû Sûriyeyiyan hatiye dayîn ku dikarin li hevdû bicivin, koperatîf û partiyên siyasî yên aştiyane ava bikin. Di wê demê de jiyaneke partîzan û parlamenter a pirreng hebû. Sîstema heyî hemû hêzên neteweyî, liberal, çepgir û islamî digirte nava xwe û hilbijartin çêdibûn.

Dîroknas û lêkolînerên karûbarên Sûriyeyê girîngiya destûra 1940 nirxandin û gotin ku girîngiya destûra 1950 ne tenê di madeyên wê de bûn lê belê hewl hat dayîn ku sîstemeke parlamenter a denge têxê navbera deshilatan û parastina mafên sivîl û siyasî ava bikin. Piştî derbeyên salên pêncî û şêstî ev destûr berdewam nekir û di salên 1953-1961-1964 destûrên demkî derketin û aliyê siyasî de aramî li Sûriyeyê nebû.

DESTÛRA 1973’YAN DI DEMA HAFIZ EL ESED DE

Di dema Haviz El Esed de destûra 1973`yan derket. Di vî destûrê de deshilatî li pêş bû. Rol dan partiya Baas ku dewletê û civakê birêve bibe. Di madeya 8’an de hatiye gotin “Partiya Baas a Erebî ya Sosyalîst dikare civakê û dewletê birêve bibe.” Her wiha Baas Eniya Pêşverû ya Neteweyî birêve dibe. Di vê eniyê de partiyên ku tev li jiyana siyasî bûne, hene.

Muxalif û lêkolîneran gotin ku bi riya destûrê desthilatî rewa kirine û pêşbaziya partiyan sînordar kirine.

Her wiha di destûrê de desthilata rêveber û zagonsaz di destê Serokê dewletê de ye. Serok dikare Serokê Meclisa Wezîran, Wezîran û fermandarê artêşê erkdar bike û ji erk jî bigire. Serok dikare li gorî qanûnên di wê demê de derbasdar rewşa awarte raghîne. Di destûra 1973`an desthilata Serok gelekî berfereh bû.

Di madeya 25’an de anîne ziman ku divê wekhevî navbera welatiyan hebe. Di madeya 1’an de navê Sûriyeyê bûye Komara Erebî ya Demokratîk a Gel a Sosyalîst. Di madeya 21’an de gotine di sîstema perwerde û fêrkirine de dê nifşekî erebî, neteweyî û sosyalîst were avakirin. Olê Serokê Komarê jî divê Islam be.

DI DEMA BEŞAR EL ESED DESTÛR SERERAST KIRIN

Di dema Beşar El Esed de madeya 8 a ku partî dewlet û civakê birêve bibe, rakirin. Destûrê 2012`an dîsa gelekî hate rexnekirin. Ji ber di çavên gelek lêkolîneran de destûr tenê teorî hatiye sererastkirin. Dîsa di destûr de navendîbûna desthilata rêveber xurt bû û her tişt di destê Serok de bû. Dikarîbûn hikûmetê, fermandarê artêşê tayîn bike û li gorî destûrê rewşa awarte raghînin.

Di madeya 1’an de dîsa navê Sûriyeyê kiribûn Komara Erebî ya Demokratîk. Di vî destûrê de jî divê olê Serokê Komarê Islam be û li gorî Islamê qanûn werin diyarkirin. Ev tê wateya ku li Sûriyeyê ji derveyî misilmanan kesek nikare ji bo hilbijartina Serokê Komarê bibe namzet.

PIRSGIRÊKA PIRRENGIYA NETEWEYÎ Û OLÎ

Di van destûran de pirrengiya neteweyî û olî nîne. Dibe ku di destûrê de gotibin wekheviya navbera welatiyê Sûriyeyî lê bele ji bo garantiya mafên pêkhateyan qanûn nehatibûn diyarkirin. Her wiha pirsgirêka ziman û çandê nehatibû çareserkirin. Nasnameya fermî ya dewletê bi navendîbûyîna çandî û ziman ve girêdayî bû. Di destûrê de pirrengiya ziman nasnedikirin.

SÎSTEM NAVENDÎ BÛ

Pirsgirêkên ku herî zêde di destûrên Sûriyeyê de derketine têkiliya navbera navendê û derdorê ye. Bi taybet piştî destûrê 1973 ev pirsgirêk hîn zêdetir bû û dewlet li ser sîstema navendî birêve birin. Ev bû sedema dewlet û civakên herêmî ji hevdû dûrbikevin. Bi taybet herêmên ku taybetmendiya wan a neteweyî li pêşe dûrî dewletê ketin. Di şerê li Sûriyeyê qewimî ev yek diyar bû, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek rêveberiyên herêmî çêbûn.

BANDORA ŞER LI SER DESTÛRÊ

Piştî ku şer sala 2011`an dest pê kir karê dewleta navendî li gelek herêman hilweşiya û gelek desthilatdariyên cûda derketin. Di vê rewşê de gelek nîqaş çêbû ku destûra Sûriyeyê were sererastkirin û dewlet li ser bingehên nû ku guhertinên civakî û siyasî paşguh neke, were avakirin.

Bi şer re diyar bû ku destûra heyî nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake û Sûriyeyê ji parçebûyîna siyasî biparêze.

RAGIHANDINA DESTÛRÊ 2025

Destûrê 2025`an li ser bingehê yekitiya dewletê û navendîbûna biryara siyasî hate raghandin. Girîngî dan feraseta hemwelatiya giştî û di destûr de têkildarî pêkhateyan tiştek nehate gotin.

Di madeya 1’an de gotin “Komara Erebî ya Sûriyeyê yek dewlete û parçebuyînê qebûlanke.” Di vê dewletê de li ser rêgezê yekitiyê radiwestin û nenavendîbûna siyasî û ya îdarî qebûl nakin.

Di madeya 4’an de gotin “Bingehê hemwelatî maf û erk e. Cûdahî li ser bingehê etîk, ol û ziman nexin navbera hemwelatiyan.” Di destûrê de tînin ziman ku wekhevî navbera hemwelatiyan de heye lê belê di destûrê de têkildarî mafên pêkhateyan tiştek nehatiye gotin.

Di madeya 20’an de deshilatî hemû di destê Serok Komarê de ye. Di madeya 22’yan tê gotin ku meclisa zagonsaz demkî ava bikin lê belê ev meclisa zagonsaz nikarbe tayîn bike yan jî birêve bibe. Bi vê madeyê re karê meclisa zagonsaz sînordar dikin.

Di madeya 8’an de tê gotin “Dewlet di çarçovaya yekitiya neteweyî pirrengiya çandî biparêze.” Ji bo ev pirrengî di saziyên dewletê de hebe mekanîzma nehatine diyarkirin.

ÇIMA PÊDIVIYA SÛRIYEYÊ BI DESTÛREKE NÛ HEYE?

Di dîroka destûrên Sûriyeyê de diyar dibe ku pirsgirêk ne di madeyên destûrê de ye. Rewşa Sûriyeyê ya siyasî ne aramî ye û ji bo modêla dewletê li hevdû nakin. Ji ber vê yekê ne tenê li ser bingehê pêdiviya qanûnî dixwazin ku destûreke nû ji bo Sûriyeyê were dayîn. Divê têkiliya navbera dewletê û civakê de ji nûve were sererastkirin. Dewlet pirrengiya Sûriyeyê qebûlbike û destbi pêvajoyeke siyasî ya nû bikin.

Sibe: Destûra 1950’yî hêviya sûriyeyiyan a siberojê ye

(np)

ANAH