Sekreterê P.A.D.K`ê: Hevdîtina li Îmraliyê wê bandorê li Sûriyeyê jî bike

Telal Mihemed destnîşan kir ku hevdîtina ku komsîyona parlementoya Tirkiyeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk aniye, gelekî girîng e û wê bandorê li ser Sûriyeyê jî bike.

Sekreterê P.A.D.K`ê: Hevdîtina li Îmraliyê wê bandorê li Sûriyeyê jî bike
29 mijdar, 2025   03:50
QAMIŞLO

Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê (P.A.D.K) Telal Mihemed têkildarî hevdîtina ku komîsyona li parlementoya Tirkiyeyê ji bo çareseriyê hatiye avakirin a bi Rêber Abdullah Ocalan re, ji ajansa me re axivî.

Telal Mihemed diyar kir ku serdana komîsyonê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk e” nîşan dide û ji bo gavên dema pêş erênî ye.

Telal Mihemed bi bîr xist ku di serdanê de mijara Sûriyeyê jî hatiye gotûbêjkirin û ev yek mijareke girîng e, eger diyalog bi ser bikeve wê bandoreke erênî li ser çarseriya pirsgirêka Sûriyeyê û doza Kurd a li vê erdîngariyê bike.

Telal Mihemed bal kişand ku ev geşedan û diyalog hincetên dewleta Tirk ên ji bo êrişên li ser Sûriyeyê û hebûna wê ya leşkerî ya li vê herêmê ji holê radikin, lewma divê ev mijar jî were çareserkirin.

(sb/a)

ANHA