Di şerê Rûsya û Ukraynayê de kuştî û birîndar çêbûn

Rûsyayê ragihand ku li Tambovê di êrişên dronên Ukraynayê yên li ser depoyeke 7 karker mirine û bi dehan jî birîndar bûne, di heman demê de li tesîseke petrolê ya nêzîkî Moskovê agir derketiye.

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de kuştî û birîndar çêbûn
18 tîrmeh, 2026   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Rûsyayê îro ragihandin ku di encama êrişên dronên Ukraynayê de 7 karker hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn, di heman demê de li Moskovê şewat li navendeke petrolê derket.

Waliyê herêma Tambovê, Evgeny Pervîşov got "Li bajarê Kotovskê (475 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Moskova ye), dronên Ukraynayê li depoyeke kampanyaya Wildberriesê ku mezintirîn firoşgeha online ya Rûsyayê ye qelibî. Di encamê de 25 kes birîndar bûn."

 Pervîşov ku agahî li ser Telegramê parve kir, diyar kir ku 7 kesên ku nobeta şevê digirtin demildest hatin kuştin. Her wiha destnîşan kir ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 28 dron xistin xwarê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got, hêzên Ukraynayê du navendên lojistîkî yên dabînkirina pêdiviyên berhemanîna dronan, alavên navîgasyonî yên hewayî yên Rûsyayê û navendeke petrolê kirin hedef.

Waliyê Moskovê Andrey Vorobyov ragihand ku di encama êrişa dronên Ukraynayê de li bajarê Electrostal ê rojhilatê paytexta Rûsyayê kesek hat kuştin û 37 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî waliyê herêma Odessa ya Ukraynayê Oleh Kabir jî, di êrişa li ser jêrzemîna bendera Odessayê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn, her wiha zerar li keştî, avahî û depoyan bûn.

(bb)