Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn

Xebatkarên Rojava TV‘yê di salvegera 9‘emîn a damezirandina kanalê de soza domandina ragihandina heqîqetê û dengê civakê dan.

Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn
Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn
Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn
Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn
Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn
Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn
Rojava TV dikeve sala xwe ya 10‘emîn
19 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Rojava TV di sala 2017‘an de anku di salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê de li bajarê Amûdê yê herêma Cizîrê dest bi weşanê kir.

Rojava TV ku 24 saetan bi peykê Nilesat li ser frekansa 11636‘an bi zimanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Kurmancî, Erebî û Suryanî) weşanê dike, blutenên nûçeyan, bernameyên siyasî, civakî, çandî û hunerî pêşkêş dike. Her wiha bi rêya torên xwe yên nûçegihanan geşedanan bi awayekî zindî ji cihên bûyeran radighîne û hevpeyvînên taybet jî çêdike.

Pêşkêşvanê nûçeyan û bernameya "Eyn Ela El Meşhed" Seîd Îbrahîm der barê salvegera damezirandina Rojava TV‘yê de axivî û wiha got: "Em salvegera 9‘emîn a damezirandina kanalê, di heman demê de salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê pîroz dikin. Rojava TV‘yê ji roja yekemîn ve peyama ragihandina deng û hêviyên civakê hilgirt."

Seîd Îbrahîm diyar kir ku Rojava TV‘yê bi derfetên xwe yên kêm û hejmarek kadroyên xwe dest pê kir, lê bi israr û xebateke domdar hebûna xwe di qada çapemeniyê de îsbat kir û rola xwe ya ragihandina derdên welatiyan û şopandina pirsgirêkên wan bi cih tîne.

Îbrahîm bi bîr xist ku yek ji bernameyên kanalê bernameya "Çareserî" ye û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Bername balê dikişîne ser pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî. Ekîba bernameyê li nava kolanan digire û giliyên xelkê radighîne. Armanca bernameyê ewe e ku çareserî ji pirsgirêkan re were dîtin."

Seîd Îbrahîm da zanîn ku kanal bi bernameyên xwe yên civakî, çandî, xizmetguzarî û hunerî nêzî civakê ye û wiha domand "Xebata kanalê ne tenê li navenda xwe ya li bajarê Amûdê  ye. Lê navendên wê li Hesekê, Qamişlo û Kobanê jî hatine vekirin. Nûçegihanên me li Siwêda û peravê hene. Rojava TV‘yê hewl dide bide dengê tevahî gelê Sûriyeyê û torên xwe li herêmên din ên Sûriyeyê belav bike."

Seîd Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de spasiya temaşevanên Rojava TV‘yê kir û got, dê peyama xwe ya ragihandinê heqîqetê bidomînin û xurtir bikin.

ROLA JINAN DI ROJAVA TV‘YÊ DE

Nûçegihana ROJAVA TV‘yê Bêrîvan Qasim 9 saliya Rojava TV û salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê li malbatên şehîdan û xebatkarên kanalê pîroz kir. Bêrîvanê diyar kir ku Rojava TV‘yê  yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye.

Bêrîvan Qasim anî ziman ku Rojava TV‘yê di nava 9 salên xwe de li kêleka gelê xwe bû, bi awayekî profesyonel geşedanan radighîne û bûye çavkaniyeke medyayî ku dengê xelkê herêmê radighîne û pirsgirêkên wan vedibêje.

Bêrîvan Qasim di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan di Rojava TV‘yê de û ev tişt anî ser ziman "Jin di kanalê de stûneke bingehîn e. Rojnamevanên jin di kanalê de  bernameyan amade dikin, pêşkêşvaniyê dikin, kameravan û derhêner in. Her wiha bernameyên taybet ên bi jinan wekî Nêrîn, Vîna Azad û Çanda Dayikê amade dikin."

Rojnamevan Bêrîvan Qasim di dawiya axaftina xwe de got, ekîba kanalê dê tevî zehmetiyan xebata xwe ya ragihandina dengê gel bidomîne, hêviyên civaka xwe vebêje û xwedî li şehîdên xwe derbikeve.

Bernameyên Rojava TV‘yê li ser malpera wê û platformên medya dîjîtal tên weşand.

(bb)

ANHA