Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 13 kes hatin kuştin

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewam dike. Di êrişên li ser herêmên nêzî sînor de 13 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 13 kes hatin kuştin
17 tîrmeh, 2026   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên duh ên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi kêmanî 13 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

 Rayedarên Ukraynayê têkildarî mijarê agahî parve kirin û dane zanîn ku hêzên Rûsyayê bajarê Zaporizhzhya bi bombeyên arastekirî kir hedef û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûne.

Rayedaran destnîşan kir ku di êrişeke bi mûşekekê ya li ser bendera Odessayê de 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn û zerar li binesaziya sivîl bû.

 Hate ragihandin ku herêmên Kharkiv, Kubiansk û Donetsk jî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatin hedefkirin, di encamê de 6 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn. Di heman demê de saziyek olî û baxçeyek zarokan jî di nav de ziyana gihişt avahiyên niştecihbûnê û saziyên sivîl bûn.

Rayedarên Rûsyayê jî ragihandin ku kesek li herêma sînor a Belgorodê ji ber topbarana Ukraynayê hatiye kuştin û kesek din jî li bajarê Donetskê yê di bin kontrola Rûsyayê de yê li rojhilatê Ukraynayê hatiye kuştin.

(bb)