Îsraîlê bi dijwarî li başûrê Lubnanê da

Beriya hevdîtina di navbera serokkomarê Lubnanê û serokê DYA‘yê de, Îsraîlê êrişên xwe li ser Lubnanê girantir kirin.

Îsraîlê bi dijwarî li başûrê Lubnanê da
17 tîrmeh, 2026   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê îro rêze êrişên bi dron û obîsan li ser başûrê Lubnanê pêk anîn.

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li ser rêya bajarokên Beyada û Naqûrayê de motorsîklêtek kir hedef û bajarokê Şokînê jî bombebaran kir.

Di êrişa duh bi şevê ya li ser bajarokê Mensûrî û rêya Naqûrayê de karkekî sûriyeyî birîndar bibû.

Li gorî nûçeya Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA), artêşa Îsraîlê operasyoneke lêgerîna çekan li bajarokê Harîsê de pêk anî. Di heman demê de bajarokên Hedasa, Berîşît û Bêt Hanûn ên navçeya Bint Cibêl bi obîsan topbaran kirin. Li bajarokê Hedasayê jî operasyonên teqandinê  pêk anî.

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê di dema operasyonê de hejmarek  şêniyên Harîsê dorpêç kirin û şêniyan jî banga destwerdanê li artêşa Lubnanê kirin da ku wan rizgar bike.

Çav li rêya ku Serokkomarê Lubnanî Joseph Aoun û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê hevdîtin bikin û dosyayên ewlehiyê û mekanîzmayên bicihanîna lihevkirina li ser "herêmên ceribandinê" gotûbêj bikin.

(bb)