Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wan li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Nînovayê 5 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
17 tîrmeh, 2026   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê têkildarî girtina 5 çeteyên DAIŞ’ê de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên girêdayî beşên îstîxbarat û ewlehiyê yên firqeyên 1, 8,14 û firqeya 23’yan a lîwayên taybet, karîne 5 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Nînovayê bigrin.

Hate diyarkirin ku ji bo van çeteyan berê di çarçoveya xala 4’an a terorê de fermana girtinê hatibû derxistin. Her wiha hat ragihandin ku ev çete hemû radestî aliyên peywendîdar hatine kirin.

Di dawiyê de hat gotin ku wê operasyonên bi heman armancê dijî bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li seranserî welat berdewam bikin.