Di Pêşangeha Şehîd Herekol de Cegerxwîn hate bibîranîn

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di roja xwe ya 3’yan de dewam dike. Di bernameya pêşangehê ya îro de helbestvan Cegerxwîn di salvegera 41’an a wefata xwe de hate bibîranîn.

22 cotmeh, 2025   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 22’yê Cotmehê salvegera koça dawîn a helbestvanê Kurd Cegerxwîn e. Seydayê Cegerxwîn di sala 1984’an de li paytexta Siwêdê Stockholmê koça dawîn kir. Cenazeyê wî anîn Rojava û bi merasîmeke biheybet li mala wî ya li bajarê Qamişloyê hate veşartin.

Bi vê boneyê di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn de Cegerxwîn hate bibîranîn.

Nivîskar Ebas Îsmaîl di merasîma bîranînê de ku ji aliyê komîteya amadekar a pêşangehê ve hate lidarxistin, got: “Ev rojeke pîroz e. Salvegera koça dawîn a helbestvan Cegerxwîn e. Salên dirêj min hevaltiya helbestvan Cegerxwîn kir. Wî ev nasnav ji xwe re hilbijart. Sedema wê jî zilma li ser gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê bû. Her dem digot ji cîgera min xwîn tê. Heta gelê min ji zilma li ser hatiye ferzkirin xilas bibe, dê hatina xwînê dewam bike.”

Pêşangeh dê heta roja 26’ê vê mehê dewam bike. Rojane saet di 10.00’an de tê vekirin û heta saet 21.00’an pêşwaziya mêvanan dike.

Tê payîn îro di saetên êvarê de di pêşangehê de semînerek bi navê “Li ser nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Akademiya Jineolojiyê xwendinek” were lidarxistin.

(dc)

ANHA