Hêzên hikumeta veguhêz li Idlibê êrişî wargeha çeteyên biyanî kir

Hêzên hikumeta veguhêz êrişî "Kampa Fransiyan" a li bajarê Harim ê li rojavayê Idlibê kir ku wargeha sereke ya  ‘Tabûra El Xurebaa’ ye. Di encamê de hejmarek çeteyên biyanî hatin kuştin û hin hatin girtin.

Hêzên hikumeta veguhêz li Idlibê êrişî wargeha çeteyên biyanî kir
22 cotmeh, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Harim ê rojavayê Idlibê êrişî "Kampa Fransiyan" kir ku wargeha Tabûra El Xurebaa ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh derengî şevê li kampê şer derket. Di şer de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.

Hat diyarkirin ku di şer de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn. Her wiha hejmareke çeteyên biyanî (Fransî) hatin girtin.

SOHR’ê diyar kir ku êriş ji ber "gefên ewlehiyê yên di hundirê kampê de" hat kirin û armanc girtina "fermandarê Tabûra Fransî Omer Osmîn ê Sengalî ye û bidawîkirina bandora wî di hundirê kampê de" ye.

Li gorî SOHR’ê, çavkaniyên di fermandariya çeteyên biyanî de gotiye “armanca vê hemleyê jiholêrakirina tabûrê ye û radestkirina fermandar û endamên wê bo Fransayê ye."

SOHR’ê diyar kir ku serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri, soza "qedandina hebûna cîhadîstên fransî li Sûriyeyê û radestkirina wan bo Parîsê" dabû û di serdana xwe ya li Moskovê de jî soza radestkirina "muhacirên Rûsî û Çeçen bo Rûsyayê dabû."

(bb)