Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya

Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê civîneke berfireh ji gel re li dar xist. Rêveberiyê rewşa siyasî şîrove kir û li daxwazên gel guhdarî kir.

Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re civiya
22 cotmeh, 2025   15:15
DÊRAZOR

Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û guhdarkirina daxwazên şêniyan, civîneke berfireh li dar xist. Bi dehan şêniyên ji gundên Teyana heya Baxozê yên rojhilatê Dêrazorê, rûspiyên eşîran, nûnerên deste û meclisên xwecih, fermandarên QSD’ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê Dular Derwîş rewşa siyasî nirxand. Dular Derwîş bal kişand ser rola Tirkiye û Îsraîlê di gûrkirina şeran de  û anî ziman ku dewleta Tirk ku gefeke rasterast li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike hewl dide Mîsaq Milî pêk bîne.

Dularê destnîşan kir ku aloziya li Sûriyeyê encamên destwerdanên derve ne û got, hêzên derve hewl didin li ser hesabê gelê Sûriyeyê jinûve dewletê ava bikin. Her wiha bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, ev model ji bo edalet û ewlehiya Sûriyeyê dikare were pêkanîn.

Dular Derwîş berxwedana gelê herêmê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk silav kir û destnîşan kir ku ji hemû şêniyan tê xwestin ku “herêmên xwe yên ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, biparêzin”.

Beşdaran jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Beşdaran xwest rewşa xizmetguzarî, bi taybetî ceyran, av û çandinî were başkirin û çareseriyên lezgîn ji pirsgirêkêa dergehên çeman ku gefan li ewlehiya sivîlan dixwe were çareserkirin.

(bb)

ANHA