Hin sedemên teknîkî temamkirina entegrekirina YPJ`ê dereng dixin

Entegrekirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nava  Wezareta Karên Hundir ya Sûriyeyê de, ji ber sedemên teknînî hîn temam nebûye. Komên şervanên YPJ`ê ku çûbpn akademiya Wezareta Karên Hundir, bêyî destpêkirina pêvajoya entegrasyonê an belavkirina mûçeyan, vegeriyan.

Hin sedemên teknîkî temamkirina entegrekirina YPJ`ê dereng dixin
15 mijdar, 2026   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê yên ji her du aliyan ji ajansa me re ragihandin ku komên şervanên YPJ`ê hefteya borî, ji bo amadekariya temamkirina karû barên entegrasyonê çûne akademiya jinan a girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê.

Li gorî çavkaniyan, ev kom piştî hevrêziya di navbera her du aliyan de çûn akademiyê. Li gorî lihevhatinê dive  şervanên YPJ`ê di nav 2 tabûrên girêdayî Wezaretê de cih bigirin.

Lêbelê, netemambûna hin karûbarên teknîkî rê li ber destpêkirina gavên entegrasyonê û temamkirina pêvajoya belavkirina mûçeyan girt.

 Li gorî heman çavkaniyan, kom bêyî ku van gavan temam bikin vegeriyan. Her wiha diyar kir ku dibe ku kom di 2 hefteyên dawî yên Mijdarê de, piştî temamkirina kar û barên mayî dîse vegerin akademiyê.

Çavkaniyên YPJ`ê ji ajansa me re diyar kirin ku vegera komê ji akademiya Wezareta Karên Hundir ji ber ne temamkirina kar û barên ên akademiyê bû.

Çavkaniyan dan zanîn ku ev gav ne bi pêvajoya entegrasyonê ya rawestiyayî ve girêdayî ye, lê belê bi temamkirina rêziknameyên ji bo destpêkirina perwerdeyê û belavkirina mûçeyan ve girêdayî ye.

YPJ`ê sicilên hezar û 484 şervanên jin radestî Wezareta Karên Hundir kirine. Li gorî lihevhatinan dê 800 ji van şervanan di 2 tabûran cih bigrin, şevanên mayî jî dê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de werin entegre kirin.

(k)

ANHA