Gerînendeya Xizmetguzariyê giştînameya berê betal kir

Gerînendeya Xizmetguzariyê ya Parêzgeha Hesekê giştînameya berê ya dan û standinên bi pereyên kevin betal kir.

Gerînendeya Xizmetguzariyê giştînameya berê betal kir
31 tebax, 2026   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeya Xizmetguzariyê ya Parêzgeha Hesekê giştînameyek nû têkildarî benzînxane û navendên belavkirina sotemeniyê derxist. Di giştînameyê de hatiye xwestin ku giştînameya berê ya wergirtina pereyên kevin ji welatiyan betal bikin. 

Hatiye gotin ku divê navendên belavkirina sotemeniyê pereyên nû ji welatiyan bigirin û biryarên Banka Navendî yên der barê mijarê de pêk bînin.

Gerînendeya Xizmetguzariyê ya Enerjiyê di nava îro de giştînameyek derxistibû û ragihandibû ku divê benzînxane û navendên belavkirina sotemeniyê pereyên kevn qebûl bikin.

(bb)