Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê

Li komxebateke li bajarê Hesekê cureyên tundiya civakî û siyasî ya li dijî jinan, pêşxistina parastina wê, misogerkirina beşdariya aktîv a jinan di avakirina civakeke adilane û ewle de hatin nîqaşkirin.

Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
Rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bû rojeva komxebatê
15 mijdar, 2026   16:19
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên ku bi hatina 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan tên lidarxistin de, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Komeleya Şawişka a Jinan û Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Rêxistina Vartan û Saziya Qayîdat El Selam di bin sernavê “Li dijî tunditujiya li dijî jinan bibin yek edaletê misoger bikin, mexdûran biparêzin û bi dawî bikin bêcezatiyê “ komxebatek li dar xist.

Endamên rêxistin û saziyan, çalakvanên hiqûqî li komxebatê amade bûn. Komxebat bi pêşandana senevîzyoneke girêdayî mijara vê rojê dest pê kir.

Di komxebatê de 2 xal ên têkildarî tundiya li dijî civakê û tundiya siyasî ya li dijî jinan hatin nîqaşkirin.

Di xala yekemîn de Endama Rêveberiya Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Reşa Derwêş bal kişand ser tundiya li ser civakê û got: “Yek ji binpêkirinên herî ber bi çav a ku gefê li mafê mirovan, bi taybet li jin û jinên ciwan dixwe ew e ku ên zirarên fîzîkî, zayendî û derûnî çêdikin.”

Reşa hin awayên tundiyê vegotin û bal kişand ser tundiya malbatî, rewşên kuştin, destdirêjiya zayendî, destdirêjî, zewaca bi darê zorê, bêparhiştina ji maf û derfetan û got: “Sedema van tundiyan adetên civakî yên kevinperest, newekhevî û lawaziya di hişmendiyê de ye.”

Reşa da zanîn ku ji bo guhertina rewşên divê bi rêya têkoşîna civakî û hiqûqî, guhertina zîhniyeta heyî û azadkirina ji tişta ku hişmendiya baviksalarî li ser civakê ferz kiriye xebat werin pêşxistin.

Reşa destnîşan kir ku li gorî daneyên ku ser asta cîhanê hatine parvekirin, di 2025`an de 50 hezar jin û jinên ciwan hatine kuştin, di bîlançoyên taybet bi Saziya Sara di sala 2026`an li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 16 jin hatin qetilkirin û 20 jî neçarî xwe kuştinê hatine kirin.

Di xala duyemîn de Çalakvana Hiqûqî Ebîr Hesaf behsa şêwazên tundî û paşguhkirina jinan di qada siyasî û qanûn de  kir. Ebîrê di nava vê xalê de mînakên tundiya siyasî dan û da zanîn ku ev bi armanca dûrxistina jinan û paşguhkirina beşdariya wê di saziyên siyasî û desteyên serokatiyê  de pêk tên.

Ebîr Hesaf got: “Divê ji bo derketina li hemberî van şêweyan rêxistinbûyîneke siyasî, qanûnî û sazîbûnê ya ji bo wekhevî û parastinê bê avakirin.”

Piştî qedandina her du xalan, beşaran nîqaş pêşxistin û da zanînku guhertina ji ferd  dest pê dike, divê panel tenê li navendên bajaran neyên lidarxistin, lê di heman demê de divê li hemû deveran, bi taybet li gund û herêmên hatine paşguhkirin werin lidarxistin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû:

-Divê asta hişmendiya li hemberî diyardeya tundiyê û rêgirtina ber wê were zêdekirin.

-Divê jin di aborî, perwerdehî û qanûnî de were pêşxistin.

-Divê hemû şêwazên tundiyê wekî sûc werin dîtin, kesên ku tundî kiriye werin muhasebekirin, makanîzmeya ji bo parastinê were danîn, azadiya jinên ku li hemberî wan tundî pêk hatiye were misogerkirin û piştgiriya derûnî zêde bibe.

-Divê jin beşdarî saziyên dadmendî û destûrî bibin.

-Divê pêvajoya edaleta veguhêz bi nêrîna jinan li ber çavan bê girtin, binpêkirinên li dijî jinan jî li ber çavan bê girtin.

-Ji bo pêkanîna guhertineke erênî divê xebat bê meşandin.

-Ji bo şopandina encamnameyên komxebatê komîteyek were avakirin.

-Ji bo danîna qanûnên parastina mafên jinan platformeke Sûriyeyî were damezrandin.

-Divê ji bo beşdariya jinan di avakirina aştî û istiqrara li Sûriyeyê projeya nîştimanî were avakirin.

 (sb)

ANHA