Di lehiyên başûrê rojhilatê Asyayê de zêdetirî 300 kes bûn qurbanî

Lehiyên xurt ên li welatên başûrê rojhilatê Asyayê yên ji ber barana zêde, bahoz û guhartina hewayê didomin û di encamê de li Tayland, Îndonîsya, Malîzya û Srîlankayê zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest da û bajar û gund bi temamî binav bûn.

Di lehiyên başûrê rojhilatê Asyayê de zêdetirî 300 kes bûn qurbanî
28 mijdar, 2025   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Lehî li başûrê rojhilatê Asyayê bi taybetî li Tayland, Îndonîsya, Malîzya û Srîlankayê rabûn, rûberên mezin binav kirin û di encamê de bi sedan kes bûn qurbanî.

Tenê li Taylandê 145 kes û li Îndonîsyayê 174 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Taylandê, herî zêde li herêmên başûr zirar çêbû. Nexweşxaneyeke xwecihî dabû zanîn ku tenê li parêzgeha Songkhlayê zêdetirî 100 kes bûn qurbanî û êdî şiyana nexweşxaneyê ji bo wergirtina hejmareke zêdetir a cenazeyan, nemaye.

Der barê vê yekê de, hikumetê parêzgerê Hat Yai ji ber ku di tedbîrên ji bo lehiyan de têk çû, ji kar dûr xist.

Li giraveke rojavayê Îndonîsyayê jî ji ber lehiyan herî kêm 174 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan winda bûn.

Îsal ji ber guahrtina hewayê, xurtiya lehiyan zêde bû, der barê wê de berpirsa rêxistineke ekolojî ya parastina jîngehê ya Îndonîsyayê Arta Siagian got ku zêdebûna pêşketina avahîsaziyê jî xurtiya lehiyan zêde kiriye û got: "Eger kêmkirina rûbera şînkatiyê û avakirina baxçeyên bi tek dikare sîstema me ya ekolojî têk bibe ku êdî nikaribe sîstemên avî kontrol bike."

Li Malîzyayê ji ber lehiyan rûberên berfireh ji bakurê wîlayeta Perlis 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Srîlankayê artêş ji bo xelaskirina zirardîtiyan hat erkdarkirin. Hat diyarkirin ku 56 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 winda bûn.

Navenda Rêvebirina Karesetan a Malîzyayê ragihand ku nêzî 20 hezar leşker, helîkopter, keşî û panzer ji bo xelaskirina şêniyên li giravan hatine erkdarkirin.

Navendê diyar kir ku ji 56 cenazeyan, 26 bi xweşî hatin veşartin û 21 hîn winda ne û 14 tên tedawîkirin.

(mh)